Gonul Ozel a CHP’î: Divê hemû jin li dijî şîdetê bibin yek

  • 09:04 2 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Rêvebera CHP’a Amedê Gonul Ozel  diyar kir ku polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariyê bi destê daraz û çapemeniyê şîdetê rewa dike û ji ber vê jî divê hemû jin bi hev re têbikoşin.
 
Rêvebera CHP’a Amedê Gonul Ozel polîtîkayên jinan ên AKP’ê nirxand û got: “Divê rêxistinên jinan li dijî kuştinên jinan û îstîsmara zarokan bibin yek.”
 
‘Kujer dizane ku cezayekî kêm digire’
 
Gonulê balkişand ser asta bi xof a zêdebûna kuştinên jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek ji van têgehên ‘namûsê’ nîşan didin. Ji ber kujerên derdikevin pêşberî hiqûqê dema van têgehan bi kar tînin dizanin ku wê cezayên wan bikeve.”
 
Gonulê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber jin azadiya aborî bixwebawerbûnê qezenc dikin, mêr nerehet dibin. Li dijî vê rewşê divê jin zêdetir têbikoşin. Divê jin zêdetir bixwe bawer bin, zêdetir di qada xebatê de cih bigirin, zêdetir di jiyana civakî de cih bigirin. Wisa dibe û mêr jî nerehet dibe. Nêzîkatiyên zayendperest wek şîdeta sîstematîk berê xwe dide jinan. 
 
‘Di çapemeniyê de şîdeta sîstematîk heye’
 
Gonulê destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê di çapemeniyê de ji nû ve tê hilberandin û got bi têgehên zayendperest şîdetê rewa dikin. Gonulê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev hemû li aliyekî bi OHAL’ê re saziyên jinan hatin girtin û şîdeta jinan bi vê re girantir bû. Hemû nûnerên gel ji peywirê hatin girtin, îradeya gel tune hat hesibandin. Em dixwazin ev hawira zextê bi dawî bibe.”