ROJEVA 2'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 2 Gulan 2018
- Rojev
*Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku ji bo beramberê zayendperest ên hinek gotinên di ferhenga TDK’ê de bê derketin daxwaz hatibû kirin û derbarê daxwazê de 6 mehan bi navberê du biryarên dadgehê hene û yek erênî, yek neyînî ye. Sevînç diyar kir ku divê her du biryar bên hember hev û divê rola darazê ya di avakirina wekheviya zayendî de bê nîqaşkirin.
*Hayriye Ersoy a lokante vekir, ji bo jin zêdetir di qada xebatê de cih bigirin tenê bi jinan re dixebitin. BI DÎMEN
*Rêvebera CHP’a Amedê Gonul Ozel diyar kir ku polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariyê bi destê daraz û çapemeniyê şîdetê rewa dike û ji ber vê jî divê hemû jin bi hev re têbikoşin.
*Pervîn Bozuî ya ji ber şerê Sûriyeyê koç kiriye, pirsgirêkên penaberiyê dijî. Pervîn a xanî nedît û li cihên dixebitî rastî tacizî hat, tevî her tiştî ji bo zarokên xwe berxwe dide. Pervîn a nivîskariyê xeyal dike û niha li mexazeyekê berpirsa firotinê ye, ji bo biçe qursa xêzkirinê piştgiriya jinan dixwaze. BI DÎMEN
*Cemîle Tan a li Nisêbînê erseya xaniyê xwe ya hat hilweşandin şûnde girt, hîmê xaniyê xwe yê nû avêt. Cemîleyê got: "Ev tenê jî ji bo taxa me hêvî ye." BI DÎMEN
*Gulê Durmuş ya di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, ji astengdariya zarokên xwe berpirs hatiye dîtin û bi salan rastî îşkencê hatiye. Gulê ya ku piştî hevjînê wê mal terk kir û jê xilas bû wiha got: “Ez ne alîkariyê dixwazim ne tiştekî din. Bibin xwedî wijdan. Yekane daxwaza min bila kes zarokên xwe yên keç zû nezewicîne.” BI DÎMEN