Li Amedê kedkar bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" daketin qadan
- 14:08 1 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Li Amedê ji aliyê rêxistinê ked û pîşeyê ji bo 1'ê Gulanê û bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" mîting hat lidarxistin. Bi hezaran gel ji bo 1'ê Gulanê herikîn qadan.
Li Amedê ji aliyê rêxistinê ked û pîşeyê ji bo 1'ê Gulanê û bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" mîting hat lidarxistin. Bi hezaran gel ji bo 1'ê Gulanê herikîn Qada Îstasyonê (5 Hezîran). Li Qada mîtînga ku bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" hat lidarxistin alên sendîkayan hat aliqandin. Zarokên ku li pêşiya Sendikaya Genel Îş'ê bi berdilk û şoqeyên xwe bal kişandin. Ciwan govendê digerin û li Qadê sirûda 1'ê Gulanê lê dikeve.
Li Qadê pankartên "Bi qirkirina kedkariyê ya di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de, bi dawî bibe", "Ji bo jiyanek mirovane û ji bo ewlehiya karê me ji OHAL'ê re na", "Bijî 1'ê Gulanê", " Wê biharê jî aştiyê jî jinê bînin", "Keda me, bedena me, nasnameya me ya me ye" hat aliqandin.
Li qada mîtîgê dorpêçkirina polîsan bal kişand. Li qada ku KESK, DISK, TMMOB, Egitm-Sen, Tum Bel-Sen, CHP, sendîka, siyasetmedar, parlamenterên HDP'ê bi sedan kes herikînê, dowizên li dijî binpêkirina kedê têkoşîn rave dikir hat hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî Kurdistan bimre koledar", "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin", "Ji Kerkukê heta Efînê ji bo karkeran slav" hat berzkirin. Li korteja ku îsal Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ji bo rojnamgerên girtî ava kiribûn dirûşmên "Dengê çapemeniya azad nikare bê qutkirin", "Bêdeng nemîne, ji sansurê re na" hat berzkirin.
Di destpêkê de wekî komîteya tertîpê Mehmet Şirin Gurbuz dê biaxive. Endama KESK MYK'ê Gulistan Atasoy, endama TMMOB'ê Mehmet Orak, endamê Konseya TTB'ê Şeymus Gokalp, Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temellî û endama Dîwana DTK'yê Salih Aydeniz dê biaxivin û mîtîngê stranên hunermendan bi dawî bibe.