Polîsan êrîşî kesên ku xwestin bimeşin Taksîmê kirin: 20 kes hatin binçavkirin

  • 10:42 1 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Polîsan êrîşî endamên HKP ên ku xwestin bimeşin Taksîmê kirin 20 kes hatin binçavkirin. Her wiha her aliyên Qada Taksîmê hatin girtin. 
 
Bi munasebeta Cejna 1'ê Gulanê Partiya Rizgariya Gelan (HKP) û gelek kedkar ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin hatin gel hev. Girseya ku xwestin ji vir bimeşin Taksîmê polîsan li Qada Beşîktaşê pêşiya wan birî. Di navbera polîsan û girseya ku xwestin biçin Taksîmê nîqaşek biçûk derbas bû. Piştre polîs êrîşî girseyê kir û 20 kes hatin binçavkirin. 
 
Hemû aliyên Qada Taksîmê hat girtin
 
Her wiha ji ber 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran hemû aliyên Taksîmê hat girtin. Ji şev de dora Taksîmê bi bariyeran hat girtin û destûr nehat dayin ku tevî rojnamegeran tu kes derbasî Qada Taksîmê bibin. Li derdora Taksîmê kontrola nasnameyê jî tê kirin.