Endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê vê hefteyê wê nobeda azadiyê bigirin

  • 09:40 1 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê ne.
 
'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, dewam dike. Jinên ji Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê wê vê hefteyê bi rengekî dorveger nobedê bigirin. Jinan roja yekşemê dest bi girtina nobedê kirin.
 
Endamên Însiyatîfa Jinan a Strasbourgê destnîşan kirin ku wê dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu carî qebûl nekin û ji bo qedandina tecrîda giran a salên dawî banga têkoşînê kirin.
 
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiyên Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê dest pê kir, bi rengekî bê navber didome. Her hefte komek ji bajarekî cuda yê Ewropayê dibe nobedar. Mehê carekê jî pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) nobedê digirin.