Li Dîlokê Walîtiyê qedexeya çalakiya mehekê rakir

  • 16:51 30 Nîsan 2018
  • Rojane
DÎLOK - Walîtiya Dîlokê ya ku destûr da pîrozbahiyên 1'ê Gulanê, qedexeya ku dê heta 1'ê Hezîranê berdewam bikira jî rakir. 
 
Walîtiyê biryara qedexeya ku di navbera 27'ê Nîsanê û 1'ê Gulana 2018'an de ya ji bo çalakiya mehekê, girtibû rakir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nû ragihand ku qedexeya li ser navçeyên Şahinbey, Şehidkamil û Oguzelî hat rakirin. 
 
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Qedexeya ku ji bo civîna li derve, daxuyaniya çapemeniyê, avakirina standê, kampanyaya îmzeyê, belavkirina belavokan, dardekirina pankartan, vekirina kon, çalakiya rûniştinê û hwd. hat rakirin."
 
Walîtiyê berî ku birayara qedexeyê bigire destûr dabû pîrozkirina 1'ê Gulanê ya ji bo li Parka Kirkayakê.