Li Bestayê li 40 qadan qedexe hat îlankirin
- 16:13 30 Nîsan 2018
- Rojane
ŞIRNEX - LI 40 qadên ku li herêma Çiyayê Bestayê yê ku ev heftiyek e operasyon lê berdewam dikin bi hinceta, "Ewlehiya millî û cemaweriyê" ji bo 15 rojan hatin qedexekriin û wekî "Herêmên taybet ên ewlehiyê" hatin îlankirin.
Walîtiya Şirnexê li herêma Çiyayê Bestayê ku ev heftiyeke operasyon lê berdewam dike 40 qada wekî, "Herêma taybet a Ewlehiyê" îlan kir û ji ketin û derketina sivîlan re qad hatin qedexekirin.