Krîz û hilbijartina pêşwext wê AKP’ê jî biqedîne?

  • 09:23 30 Nîsan 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Safiye Alagaş
 
AMED - Li Tirkiyeyê di sala 2001’an de krîza aborî û kaosa siyasî dest pê kir û di encama israra serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî de di 3’ê Mijdara 2002’an de çûn hilbijartinê û AKP bi tena serê xwe bû desthilatdar. Îro jî AKP bi pêşniyara Devlet Bahçelî di bin siya krîz û siyasiyê de diçe hilbijartinê.
 
Ev du sale TL li hember dolar nirxa xwe winda kiriye, esnaf hatiye asta ku nikare kar bike, bi hezaran memur îxrac bûne û bi dehan şîrket hatine desteserkirin. Mudaxalekirina aboriyê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve, her çiqas bê veşartin jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê krîzek aborî heye.  AKP ya ji derve û hundir Tirkiye berbi kaosê ve bir, biryara hilbijartina nû girt. Li Tirkiyeyê di sala 2001’an de krîza borî û kaosa siyasî dest pê kir û di encama israra serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî de di 3’ê Mijdara 2002’an de çûn hilbijartinê û AKP bi tena serê xwe bû desthilatdar.
 
Îro jî AKP bi pêşniyara Devlet Bahçelî di bin siya krîz û siyasî de diçe hilbijartinê
 
Îro dîsa di bin siya krîza borî û kaosa siyasî de biryara hilbijartina zû hatiye girtin. Fêde heye ku mirov sala 2002’an bibîr bixin.
 
Krîza 1999
 
Di dema Bulent Ecevît de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hat kirin û di encama vê de IMKB derket rekokê û  li Tirkiyeyê hewaya cejna netewperest dihat jiyîn. Li her derê protesto hebûn. Tirkiye di şer de bû.  Di hilbijartinên 18’ê Nîsana 1999’an de peywira avakirina hikûmetê dewrê serokê giştî yê DSP’ê Bulent Ecevît hat kirin. Bulent Ecevît di 28’ê Gulan a1999’an de bi MHP û ANAP’ê re hikûmeta koalîsyona sêyem ava kir. 
 
Erdhêj bû sedema têkçûna aboriyê
 
Di 17’ê Tebaxa 1999’ande li Marmarayê erdhêj çêbû û vê rê li ber têkçûnek meizn a aboriyê vekir.  Erdhêjî aboriya Tirkiyeyê serobino kir. Ji ber herêma Marmarayê navensa sanayiyê bû. 
 
Bi IMF re peymana Stand-By hat îmzekirin
 
Di heman demê de Bankaya Navendê 10 mîlyon TL derxist piyasayê.  Bi krîza Asyayê re hikûmet ji ber derketina pereyê germ ket tengasiya dovîzê. Hikûmetê ji ber vê deyndê hundir yê xazîneyê nekarî bide.  Li ser vê hikûmetê di meha Kanûnê de bi IMF’ê re peymana Stand-By îmze kir. Li gorî peymanê Bankaya Navendê polîtîkaya xistina enflasyonê pêk anî.
 
Gel ji ber ewlehî tunebû pereyê xwe ji bin lehîfê dernexist. Ji ber vê bankayan pirsgirêk jiya û ji bo valahiya xwe bigire dovî kom kir. di 27-28’ê Mijdarê de ji Bankaya Navendê 3 mîlyar dolar kişand.
 
Krîza 22’ê Mijdarê
 
Di 22’ê Mijdara 2000’î de krîzek fînansî hat jiyîn.  Di vê dîrokê de faîza bankayan sê kat zêde bû û  rabû ji sedî 210’î. Di du hefteyan de rezerva dovîzê ji 24,4 mîlyar dolarî daket 18,9 mîlyar dolarî.
 
Bûyera Demîrbank
 
Di 6’ê Kanûna 2000’î de  dest danîn ser yek ji bankayên herî mezin a taybet Demîrbankê.  Demîrbank wê rojê bû 11’emîn bankya dewrê TMSF’ê hatiye kirin. 
 
Krîza 2001’an
 
Ji ber krîza di 2000’î de hat jiyîn welatên derve û razemenkarên derve baweriya xwe winda kirin. Bankayên cemawerî çavkanî nedidîtin. Xazîne ji bo vê pirsgirêkê çareser bike senetên deyn firotin. Hikûmeta Bulent Ecevît ji bo biçe tasarufê hemû tayînkirinên memuran da sekinandin.  Saziyên cemawerî bi erêkirina musteşarê xazînê dikarî krediya derve bigire.Bandora krîza  ji sala 1999-2000’î ma heta 2001’an berdewam kir.
 
Krîza çarşema reş
 
Krîza 21’ê Sibata 2001’an ya wek ‘çarşema reş’ tê zanîn yek ji krîzên aborî ya herî mezin bû.  ji ber aloziya di navbera serokomar Necdet Sezer û serokwezîr Bulent Ecevît rê li ber krîza aborî hat vekirin.  bandora krîzê demdirêj berdewam kir. 
 
Di carekê de di hefteyekê de pozîsoyna dovîza MB’ê ji 8,85 mîlyar dolarî  daket 2,7 dolarî. Rezerva lîkîta tê bikaranîn dadiket 3 mîlyar dolarî. Li dijî krîza dihat jiyîn rexneyên giran ji bo hikûmetê dihatin kirin. 
 
Ev du sale TL li hember dolar nirxa xwe winda kiriye, esnaf hatiye asta ku nikare kar bike, bi hezaran memur îxrac bûne û bi dehan şîrket hatine desteserkirin. Mudaxalekirina aboriyê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve, her çiqas bê veşartin jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê krîzek aborî heye.  AKP ya ji derve û hundir Tirkiye berbi kaosê ve bir, biryara hilbijartina nû girt. Li Tirkiyeyê di sala 2001’an de krîza borî û kaosa siyasî dest pê kir û di encama israra serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî de di 3’ê Mijdara 2002’an de çûn hilbijartinê û AKP bi tena serê xwe bû desthilatdar. 
 
Îro jî AKP bi pêşniyara Devlet Bahçelî di bin siya krîz û siyasî de diçe hilbijartinê.