Jinên Êzidî amadekariya Cejna Şevberatkê dikin
- 09:19 30 Nîsan 2018
- Rojane
Orivan Ebdo /Veyan Said
ŞENGAL - Jinên Ezîdî bi armanca ku cejnên xwe yên olî û dîrokî bi coş pîroz bikin, amadekariyan dikin.
Jinên Êzidî mîna her cejnên xwe yên olî û dîrokî ji bo Cejna Şevberatkê jî amadekariyên xwe dikin. Jinên Êzidî anîn ziman ku ew ê her dem li cejnên xwe yên olî û dîrokî xwedî derkevin û gotin:"Ji bo nasnameya xwe divê em li kevneşopiya xwe xwedî derkevin."
Jina bi navê Kine Xidir ku ew jî ji bo Cejna Şevberatkê amadekariyan dike got:"Ez Cejna Şevberatkê li hemû Êzidiyan bi taybet jî li Şêx Xesen pîroz dikim. Her wiha em vê cejnê li Rêber Apo, YBŞ, YJŞ'ê û li gelê Efrînê pîroz dikin. Em ê bi şev û bi roj amadekariyên xwe yên ji bo cejnê bikin. Ev cejna ji bo me xwedî wateyek mezin e."
Dayê Xoxê Cindî jî yek ji wan jinan e ku bi dilekî germ şeva Şevberatkê pêşwazî dike wiha got:"Em bi coşek mezin Cejna Şevberatkê pîroz dikin. Em dayik bi taybet çend roj berî cejnê amadekariyên xwe dikin. Jin bi dilekî germ tên ba hev û bi hev re amadekariyên xwe yên cejnê dikin. Lê em hinekî jî dilşikestî ne. Ji ber gelek Êzidî li Efrînê ji cih û ji axa xwe bûn û hîn gelek Jinên Êzidî jî di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne. Êzidî gelek caran bi fermanên mezin rû bi rû mane lê me tu carî dev ji ola xwe û kevneşopiya xwe berneda."
Jina bi navê Elmaz Serxan jî derbarê Cejna Şevberatkê wiha axivî:"Ez Cejna Şevberatkê li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Dilê me hebû ku niha Êzidiyên ku li Efrînê û nikarin derkevin û di bin zordestiyekê de ne jî li vir bana. Em hêvî dikin ku ew ê jî ji wê zilm û zordestiyê rizgar bibin û Efrînê rizgar bibe."