ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 30 Nîsan 2018
  • Rojev
*Şikefta dîrokî Eshab-ı Kehf, ku li cîhanê 33 û li Tirkiyeyê jî 4 jê hene, Licêyê her sal deriyê xwe ji serdanan re vedike îsal jî li benda serdanê ye. BI DÎMEN
 
*Jina bi navê Dîjle Bezika ku piştî berxwedana Efrînê ya 58  rojan ji ber êrîşên dewleta tirk û koma girêdayî wê OSO'ê penaber bû, bi rojan tevî pitika di nava xwe de bi rojan meşiya û li Şehbayê bi pitka xwe ya 36 rojî re dijî çîroka xwe ya berxwedanê vegot. BI DÎMEN
 
*Işil Çatak a li dijî tunekirina kulîlkan alternatîf ava kir, diyar dike ku li şûna kulîlkên ji baskên wan tên girtin, bila kevirên bi bîhn bigirin.
 
*Li Tirkiyeyê di sala 2001’an de krîza aborî û kaosa siyasî dest pê kir û di encama israra serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî de di 3’ê Mijdara 2002’an de çûn hilbijartinê û AKP bi tena serê xwe bû desthilatdar. Îro jî AKP bi pêşniyara Devlet Bahçelî di bin siya krîz û siyasiyê de diçe hilbijartinê. JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Masumî Kowata ku piştî qezaya nukleerê ya Fukuşîmayê jiyana wê guherî, diyar kir ku ji bo li Sînop û Akkuyuyê santrala nuklerê bê çêkirin wê rayedar her cureyê derewan bike û got: “Ev herêm jî dibe ku wek herêmên me hişk bibin. Tu car destûr nedin ku bila we nexapînin.”
 
*Endama MYK’a HDP'ê  û Koordînasyona Jinan Bedîa Akkaya diyar kir ku wê di pêvajoya hilbijartinê de tifaqa jinan di xeta ‘eniya jinên demokratîk’ de bînin cem hev û got: “Kotaya namzetiya 600 parlamenterî 300 wê ji jinan pêk bê. Em ê bi dirûşma ‘bi 200 hezar sindoqî 200 hezar jin’ xwedî li sindoqan derkevin. BI DÎMEN
 
*13’emîn Festîvala Fîlman a Karkeran a Navneteweyî ya bi esasa ‘ bêdengî di sînemayê de xweş e’  hatiye amadekirin wê bi ‘Di 1’ê Gulanê de qad di 2’ê Gulanê de gala’ pêk bê. BI DÎMEN
 
*Xebatkarên sendîkayê yên li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang li jinan kirin ku bên qada Gundogduyê wiha gotin: “Em ê bi coşa 1’ê Gulanê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin kesên krîzê pêk tînin.”
BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Jinan Ayşen Ece Kavas diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de ‘Korteja Mor’ ya jinê di 1’ê Gulanê de bi hev re bimeşin, ava bikin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî kortejê bibin.