Platforma Jinana ya Em gel in damezrandina xwe îlan kir
- 16:24 29 Nîsan 2018
- Rojane
ÊLIH - 23 saziyên ku di nav wan de rêxistinên saziyên sivîl, partiyên siyasî, û sendîka hene, hatin gel hev û ji bo ku li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê bidin Platforma Jinan a Em Gel in damezrandin.
23 saziyên ku di nav wan de rêxistinên saziyên sivîl, partiyên siyasî, û sendîka hene, hatin gel hev û ji bo ku li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê bidin Platforma Jinan a Em Gel in (HEKAP) damezrandin. Platforma ku navê xwe ji Çiyayê Gel ê ku bi guldexwînên xwe yên ters li Sasonê ye digre li salona konferansê pankarta bi nîvîsa "Tu hêviyeke me ji we tune ye, hêviya me ji me heye" daliqand û jin jî bi konrdeleyên mor tevlî civîna hat lidarxistin bûn.
'Îdaya me ya ku me xwest em balê bikişînin ser cudahiyê pêdivî bi çalakiyên hevpar dît'
Ji rêveberên Sendîkaya hevparên HEKAP'ê EGÎTÎM SEN'ê Fehmiye Baskin daxuyaniya hevpar xwend. Fehîme bal kişand ser armanca damezrandina HEKAP'ê û diyar kir ku li dijî polîtîkayên cudakarî ku jin li qada cemaweriyê pê re rûbirû ne berxwedana tê dayîn wê dirêj bidome û wiha berdewam kir: "Di bingeha xebatên me de serdestkirina nêrîna jinê û pêkanîna zimanekî hevpar heeye. Ji bo ku em balê bikişînin ser cudakariya tê kirin pêdiviya me bi çalakiyên hevpar heye."
'Em ê têkoşîna jinan bilind bikin'
Fehîmeyê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku divê li dijî tundî û cudakariya li dijî jinê tê kirin têkoşîn bê dayîn û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Bi bûyerên îstîsmarakirina zarokan a li vî bajarî re ew ê wekî jin her şopdarên van bûyeran bin û ji bo ku bersûc bên cezakirin em ê tîkoîna jinan bilind bikin."
'Em ê nirxên xwe biparêzin'
Fehmiye di dawiha daxuyaniyê de diyar kir ku pirsgirêk tundiya li ser jinê pirgirêka civakî ye û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em ê jiyanê biparêzin. Em bi biryar nirxên ku me bi keda xwe bi det xistiye xwedî derkevin. Em ji bo destkefiyên ku me bi dest xistine civakî bikin hatine gel hev."