Heyeta HDP'ê li Şirnexê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin

  • 15:50 29 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - HDP'yîn ku di çarçoveya xebatên hilbiajrtinê de bi gelê şirnexê re hatin gel hev ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.  Parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez a ku li avahiya HDP'ê ya Şirnexê axîvî wiha got: "Bia AKP bibîne ku bi vê coşê wê di 24'ê Hezîranê de çi encam bê bidestxistin."
 
Heyeta HDP'ê ya ku Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî di nav de cih digrie  di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana xwe ya bajaran berdewam dike û duh piştî serdana Sêrtê îor jî li Şirnexê bi gel re hat cem heve.  
 
Heyeta ku hat avahiya HDP'ê ya Şirnexê, bi çepik û lîlandinê hat salona civînê.  Girse di salonê hilnehat û jinan jî bi tişîlî û çepikan gonvend girt.
 
'7'ê Hezîranê çawa bû wê 24'ê hezîranê jî wiha be'
 
Parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez ya ku axîvî bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku gelê şirnexê yê ew bi coşeke mezin silav kirin starta hilbijartinên 24'ê Hezîranê daye û wiha got: "Dibêjin ku ewê ji Şirnexê ji sedî 99.9'ê dengan bigirin. Bê çawa ku Şirenxî di 7'ê Hezîranê de li vîna xwe derketin wê di 24'ê hezîranê de jî ji poîtîkayên wna re serî netewîne û wê disa 4 parlamenteran derxîne. Bila AKP li  vê coşê binêre û fam bike ku wê di 24'ê Hezîranê de encam çi be."
 
"Kesê ku cenazeyê Haci Lokman kaşkir ji AKP'ê Namezed e"
 
Aycan diyar kir ku namezedên AKP'ê bal kêşin û wiha berdewam kir: "Li navê ku ji AKP'ê bûne namzed binêrin: Mudurê Şaxa TEM'ê. Kesê ku cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi erdê re kaş kir îro ji AKP'ê namezed e. Zîhniyeta wan bi qasî ku kesên Şirnex şewitandin, Asya Yuksel qetil kirin û kesên Mehmet Tunç qetil kirin qirêj. Lê wê AKP hesabê vê bide."
 
Heyet wê sibe li Sîlopî, Cizîr û li Îdîlê bi gel re bê gel hev.