Piştî bi 2 salan cenaze hat teşhîskirin

  • 15:23 29 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Di serdema qedexeya derketina derve a li Nisêbînê di encma pevçûnên ku derketin Abdullah Akin jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Abdullah ê ku jiyana xwe ji dest da piştî du salan hat teşhîskirin û radestî malbata wî hat kirin.
 
Di serdema qedexeya derketina derve a li Nisêbînê di encma pevçûnên ku derketin Abdullah Akin jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Abdullah Akin YPS'yê di meca cotmeha sala  çûyî de di nav betaniyekê de li taxa Firatê hatibû dîtin. Cenazeyê Abdullah radestî malbata wî hat kirin û ji bo otpsiyê  sewkî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hatibû kirin. Piştî bi mehan cenaze dîsa anîn Mêrdînê. 
 
Cenzeyê ku piştî testa DNA'yê jê hat girtin radestî malbatê kirin, malbatê cenaze li Goristana Mohrîs defin kir.