Meles Tekîn a 73 salî sirgûnî Xerpêtê kirin
- 14:48 29 Nîsan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Meles Tekîn a 73 salî bi îdiaya ku cezayê wê heye hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Melesê niha jî sirgûnî girtîgeha Xerpêtê kirin.
Meles Tekîn ya 73 salî ku li Dêrika Merdînê dijiya û bi hinceta ku cezayê wê heye hat binçavkirin û gitin, ji Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê hat kirin. Melesa ku piştî 3 rojan malbata wê ji rewşa wê hat agahdarkirin, li gel nexweşiyên wê hat diyarkirin ku bi rîngê birine Girtîgeha Xerpêtê.
Melesê wê sibê di hevdîtina vekirî de bi malabta xwe re hevdîtinê bike.