'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinên êzidî ye'
- 10:38 29 Nîsan 2018
- Rojane
Orivan Ebdo/Viyan Said
ŞENGAL - Her roj derbas dibe tecirîd li ser Rêberê Abdilah Ocelan tê giran kirin, ev yek gel dixe nav fikaran. Jinên Şengalê dibêjin em ji Rêbertiya xwe bê agahi ne û ji bo ku agahî Abdullah Ocalan bê girtin banga têkoşînê kirin.
Jinên Şengalê yên ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi bîr xistin diayr kirin ku divê her kes li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe dî derê û ji bo ku agahî jê bê girtin di serî de jin divê ku herkes têkoşînê bide.
Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan(SMŞ) Meyan Nasir derbarê tecirîda li ser Rêberê PKK'ê Abdilah Ocelan tê meşandin ji ajansa me re axivî û weha got: "Em wek jinên êzidî serê xwe ji ti kesîre na tewînin, ji ber ku em dizanin kî bi hewra me ve hatiye em ji wê fermanê rizgar kirin. Heya ku em sax bin em ê keda Rêbertiyê ji bîr nekin ji ber ku herdem şervanê wî bî hawara ve hatin. Lê li dijî vê tecrîda giran a li ser Rêbertiya me kesên dibêjin ku ew mafên mirovan diparêzin jî bêdeng in. Ez bang li her kesî dikim ku li Rêbertiyê xwedî derkevin."
'Ev erkeke li ser milê me ye'
Meyan di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku ew weke jinên êzidî dibejın pêwiste rê were dayin yan malbeta yan jî parêzerên Rêber Apo biçin hevditinê ji bo ku em agahiyek ji Rêberê xwe bistînin û wiha berdewam kir: "Em wek melbatên Şehîdan soz didin Rêberê xwe ku heta hêz di me de heye em ê li ser fikir û ramanên Rêberê xwe xwe bi rêxistin bikin."
Meyan Nasir di dawiya axiftinê xwe de wiha got: " Bila her kes zanibe wê ti hêz nikaribe bi van rêbazê xwe yên kirêt têkilya me û Rêbertiya me ji me bide qût kirin. Ez bang li hemû kesî dikim ku rabin serr piyan û ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşînê bidin."
'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'
Şêrin Îdo jî bal kişand ser tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: " Ez di serî de silavên xwe ji vir haya girava Îmralî ji Rêbertiyê re dişinim. Wek tê zanin ku ev 20 sal Serokatî li Îmraliyê de tê ragirtin, dewleta tik dixweze bi van nêzikatiyan Rêbertiya me bi bide ji bîrkirin. Lê belê bila deweleta tirk vê yekê baş zanibe em ti carî Rêber Apo ji bîr nekin her roja derbas dibe em bi felsefaya wî xwe bi rêxistin dikin. Em ne tene dibêjin bila tecirîd rabe em azadiya Rêberê xwe dixwezin. Ji ber ku azadiya Rêberê me azadiya jinên êzidî ye."
Şêrin Îdo wiha dawî li axaftina xwe anî: " Daxweziyam me ya herî mezin ew e ku Rêbertiya me ji nav wan çar diwaran derkeve û em azadiya wî dixwezin. Ez bang li hemû jinên êzidî dikim ku ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan."