Civak xizan dibe yên dibêjin ‘krîza aborî tune’ dewlemend bin
- 09:17 29 Nîsan 2018
- Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Civak xizan dibe û malbata AKP’ê jî bi firotina daristan, çem û fabrîkayan bi pir û înşatan dewlemend dibe û pereyên mezin qezenc dikin. Di pêvajoyek wisa de xwedî derketina li 1’ê Gulanê gelek watedare. Ji ber ku ji rêxistinbûna kedkar û karkeran wêdetir rê tune yê.
Li aliyekî avahiyên li bajar bilindî ezmanan dibin, li aliyê din jî lihevkirinên bazirganî yên tên îmzekirin, şerên bi çekên teknolojîk tên meşandin û jiyanên luks… Li aliyê din jî jiyanên xizan yên kolanên dawî. Kapîtalîzm wek pençeşêrê her diçe mezin dibe û nirxên civakê hedef tên girtin. Bê guman di vê rewşê de para desthilatdarî û dewletan pir mezine.
Rojên herî zextxwir yên dîrokê
AKP ya di 2002’an de bi sozên mezin ket rê ev 16 sale desthiltdare û gelên Tirkiyeyê rojên herî bi zext dijîn. Piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeya 2016’an şûnde bi OHAL’ê re polîtîkayên zextê zêde bûn.
Li dijî hemû pêkanînan têkoşîna kedê
Bi OHAL’a hat îlankirin re yên herî zêde hedef hatin girtin kedkar bûn. Di vê tabloya giran de kedkar dikevin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran. Li dijî hemû binpêkirina mafan, îxrac, cînayetên kar, binpêkirina mafê jin û zarokan, çewisandina kedê têkoşîna kedê jî cihê xwe girt .
Pergala koletiyê hat avakirin
Hikûmeta Tayyîp Erdogan ku bi polîtîkayên şer û civak global kir li her qada jiyanê faşîzm serdest kir û bi KHK’yan re mafên kedkar û karkeran tune hesiband û pergala koletiyê ava kir.
AKP bi ser neket
Rêjeya betaliyê ya her roj ji aliyê saziyên sîvîl û partiyên siyasî ve hat aşkerakirin her roj gihişt rekorek nû. Her sal bi hezaran kes tevlî karwanê betalan dibin. Yên dixebitin jî bi şert û mercên nebaş re rû bi rû ne. Li aliyekî zextên xwediyên sermayeyê li aliyê din jî kêmbûna heqdestê asgarî pergala koletiyê girantir dike.
Salek bi îxracan tije...
Li gorî daneyên fermî li Tirkiye û Kurdistanê ji sala 2011’an heta niha rêjeya betaliyê bi awayekî sîstematîk zêde bûye. Bi taybet jî bi OHAL’ê re îxracan ev zêde kir. raporên KESK, DÎSK, HDP Û CHP’ê amadekirin ev rewşa bi xof derxistin holê.
Piştî OHAL’ê li Tirkiye û Kurdistanê rêjeya betaliyê ji sedî 13, rêjeya betaliya jinan ji sedî 26.1, rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20,8 e û 116 hezar xebatkarên cemawerî jî ji kar hatine îxrackirin. Balkêşe ku betalî herî zêde li Kurdistanê zêde ye.
Bi pergala taşeron derb li rêxistinên kedê dan
Pergala taşeron ya bû qanûn jî derb li rêxistinên karker û kedkaran da. Pergala taşeron ya hikûmeta AKP’ê pişgirî dayê jî lêgerîna mafên kedkar û karkeran asteng kir û pêşiya rêxistinbûna wan girt.
Di dema AKP’ê de li dijî cînayetên kar di 2013’an de qanûna ‘tenduristî û ewlehiya karker’ hat amadekirin û bi vê qanûnê re hat îdiakirin ku wê ewlehiya jiyana karkeran bikin bin ewlehiyê. Lê wek ji bîlançoyan jî tê fêmkirin bi qanûnan re tenê ser kuştinên kar hatin girtin.
Tenê di 2017’an de 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest da
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di navbera 2013-2017’an de herî kêm 3 hezar û 379 kes di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dane. Tenê di 2017’and e 116 karkerên jin, 60 zarokên karker, 88 penaberên karker bi giştî 2 hezar û 6 kes di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê ji sedî 98 kesên jiyana xwe ji dest dane ne girêdayê sendîkayê ke ne. Her wiha kuştinên kar yên Soma Ermenek, Torun û Şirnexê hîna nehatine ronîkirin û hesab nehatiye dayîn.