ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 29 Nîsan 2018
  • Rojev
*Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gel ji bo ewlehiya xwe derbasî Kantona Şehbayê bûn. Ji ber ku li Şehbayê di warê alavên tenduristiyê û pêdekirina dermanan de pirsgirêk tên jiyîn rewşa jina ducanî Newroz Mustefa her ku diçe xerabtir dibe. BI DÎMEN
 
*Civak xizan dibe û malbata AKP’ê jî bi firotina daristan, çem û fabrîkayan bi pir û înşatan dewlemend dibe û pereyên mezin qezenc dikin. Di pêvajoyek wisa de xwedî derketina li 1’ê Gulanê gelek watedare. Ji ber ku ji rêxistinbûna kedkar û karkeran wêdetir rê tune yê.
 
*êniyên li taxên Karşiyaka û Barbaros yên Sîlopiyê dijîn, ev du sale li şûna ava kaniya malê ava kaniyên xwezayî bi kar tînin. BI DÎMEN
 
*Koma ‘Ji taxê Heval’ mirovan bi muzîkê tîne cem hev û Merve Sati ya di komê de li tefê dixe, diyar dike ku divê zêdetir muzîkjenên jin li kolanê bin. BI DÎMEN
 
*Li dijî tecrîda li Ser Rêberê PKK'ê ku roj bi roj tê girtankirin jinên Şengalê bertek nîşan dan û got, "Em ji rêberê xwe bê agahî ne." 
 
*Girtiyên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê gotin: “Dibe her saniye cenaze ji vir derkevin. Divê demildest heyet bê şandin.  Arîna 3 salî û Avesta ya 5 salî jî rastî şîdeta psîkolojîk û lêgerîna tazî tên.”
 
*Li Cîhan û Tirkiyeyê ji her 5 kesî yek bi nexweşiya KOAH’yê dikeve. Pispor diyar dikin ku  rîska nexweşan a bi zatureyê bikevin gelek zêde ye û zature encamên neyînî li ser van nexweşxan dihêle. Her wiha pispar diyar dikin ku divê nexweşên KOAH’yê derziyên zatureyê piştguh nekin.
 
*Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn  diyar kir ku desthilatdariyê hewl da me bêyî amadekarî bibe hilbijartinê lê ji xwe ew her tim bi serdegirtinê ketine hilbijartinê û got: “Ji lîsteyan bigirin heta ewlehiya sindoqan her tiştê me amade ye.”
 
*Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok bang  li jinan kir ku di 1’ê Gulanê de xwedî li keda xwe derketin, destkeftiyên xwe biparêzin û daxwazên xwe biqîrin.