Girtiya nexweş Halime Gulsu ji ber ku dermanê wê nehat dayin jiyana xwe ji dest da

  • 17:39 28 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Girtiya nexweş Halîme Gulsu ya li Girtîgeha Hêjmara 3 ya Jinan a Tarsûsê, ji ber dermanê wê nedan wê jiyana xwe jie dest da. 
 
Girtiya nexweş Halîme Gulsû ya ji doza Cemaeta Gulen di 20'ê Sibatê de hat binçavkirin û girtin û 67  roj in li Girtîgeha Jinan a Tarsusê girtî ye, jiyana xwe ji dest da. Birayê Halimeyê Zubeyir Gulsu li ser medya civakî parve kir û diyar kir ku xwişka wî Halime mamosteya îngîlîzî ye û di çarçoveya lêpirsina Cemaeta Gulen de hatiye dûrxistin û piştre hatiye girtin. Zubeyir, anî ziman ku xwişka wî bi nexweşiya lupus eritematozus ya pergalî ye û tevî vê yekê 15 rojan di bin çavan de hat girtin dermanê wê nedan wê. Dema şandin Girtîgeha Hêjmar 3 a Jinan a Tarsûsê jî rapora wê winda kirin û ji ber rapora wê tunebû dermanê wê nedan wê û di 25'ê Nîsanê de sewqî Nexweşxaneya Bajar beşa romotolojiyê kirine. Zubeyir, anî ziman ku xwişka wî duh jiyana xwe ji dest daye.