'PADÊ dengê Êzidixanê ye'
- 17:31 28 Nîsan 2018
- Rojane
Orıvan Ebdo /Viyan Said
ŞENGAL - Jinên Êzidî diyar kirin ku ew ê di hilbijartinan de dengê xwe bidin partiya Êzidiyan PADÊ û gotin em ê bi vîna xwe ya azad bi ser bikevin.
Li bajarê Sînûnê Êzidiyan ji bo hilbijartinan şahiyek li dar xistin û gotin em ê bi vîna xwe ya azad xwe bi rê ve bibin.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bajarokê Xanesorê Fehima Hisên anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin Partiya Azadiyê û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û got kesên ku li ser rêya rastiyê bin ew ê bi sekin û vîna xwe ya xurt dengê bidin PADÊ.
Endama (TAJÊ) Berfi Heso jî da zanîn ku ew dixwazin hemû Êzidî bibin yek da ku careke din ferman bi ser wan de neyê û got ji bo siberojek azad divê em hemû dengên xwe bidin PADÊ.
Her wiha Mircan Hacî jî bi lêv kir ku ji bo jiyanek aram û azad divê hemû Êzidî dengên xwe bidin PADÊ.