Dayikên Şemiyê: Me Taniel Varujan ji bîr nekir

  • 14:25 28 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta helbestvanê ermenî ku kevirekî gora wî jî tune ye Taniel Varujan pirsîn. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku tevî Varujan helbestê wî jî winda bûn û gotin: “103 sal derbas bibe jî tu helbestvanê vê axê ye em te ji bîr nakin." 
 
Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 683'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta helbestvanê ermenî ku kevirekî gora wî jî tuneye pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin.  Li ser pankartê wêneyê kesên hatine windakirin û qurnefil hatin danîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dayikan û mirovên şemiyê aqûbeta helbestvanê ermenî yê 31 salî Tanîel Varûjan ê di 24'ê Nîsana 1915'an de li Apartmana Karavela ya Kolana Pangalti Nalbant a Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku kevirekî gora Taniel ê ermenî jî tuneye û xwestin ev yek bê ronîkirin. 
 
Birayê winda Hasan Ocak, Ali Ocak diyar kir ku 103 sal di ser komkujiya ermeniyan re derbas bû û hêj dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebûye û xwest dewlet bi komkujiyê re rû bi rû bimîne.Alî, anî ziman ku wan 103 sal li pey komkujiyê hişt û wiha got: "Divê dewlet bi vê komkujiyê re rû bi rû bibe. Dewleta ku komkujiya ermeniyan pêk anî, di salên 90’an de em dixwazin bi hestiyên windayên me re bên rûqalî hev." 
 
Rojnameger Pakrat Estukyan, jî diyar kir ku dema Taniel hat windakirin helbestên wî jî hat windakirin û wiha got:; "Taniel Varujan, di sala 1884'an de ji dayik bû. Di sala 1902'an de tevî bavê xwe hat Stenbolê. Ji bo bixwine çû Îtalya. Piştî xwend dîsa vegeriya û çû Sîwasê. Helbestê wî jî winda bûn." Pakrat piştre helbesta Taniel “Antasdan” ku bi ermenî nivîsandiye xwend. 
 
Ji dayikên Şemiyê Sebla Arcan jî diyar kir ku 103 sal di ser komkujiya ermeniyan re derbas bû û wiha got: "103 sal derbas bûn, lê me hêj Taniel Varujan ji bîr nekiriye. Di 24'ê Nisana 1915'an de wezîrê karên hundir yê hikûmeta Îttihat û  Terakkî Talat Bey ferman da. Bi fermana Talat bey 250 rewşenbirên Ermenî li Stenbolê hatin binçavkirin. Ji wan re gotin 'Hûn dê di saetekê de vegerin' û binçavkirin. Piştî binçavkirin birin Girtîgeha Navendî ya Sultanahmetê Di 25'ê Nîsana 1915'an de bêyî agahî ew ji Haydarpaşa birin Enqere. Koma 158 kes birin Çankiri û koma 92 kesan jî birin Ayaşê. 174 kes ji wan di bin çavdêrî û parastina polîs û cendirmeyan de bûn. Li dol û nava daristanan bi dizî hatin kuştin. Kevirekî gorek wan jî tuneye. Her çend di fermiyetê de bêjin firar kirine jî ne wisa ye. 
 
Sebla, anî ziman ku piştî helbestkarê ermenî Taniel hat windakirin li gel wî helbestên wî ji hatin windakirin.