Di serdana HDP'ê ya bazirganan da kesek hat binçavkirin

  • 10:53 28 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Heyeta HDP'ê ya do ji Mêrdînê hat îro li Nisêbênî bi gel re hatin ba hev û serdana bazirganan kir. Di dema serdana bazirganan de kesekî ku dirûşme berz kir hat binçavkirin. 
 
Heyeta HDP'ê ya ku do li Mêrdîn û li Qoserê bi gel re hatin ba hev îro li Nisêbînê serdana bazirganan kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerikli, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamên PM'a HDP'ê, Rêxistinên navçe û bajran ên HDP û DBP'ê beşdarî serdana bazirganan bû.  
 
'Em ê ampûlên qesrê vemirînin'
 
Heyeta ku li Avahiya Navçeya Nisêbînê ya HDP'ê hatin ba hev daxuyaniyek kurt da. Hevserokê HDP'ê Sezai Temelli li ser navê heyetê axivî û got:"Di vê pêvajoyê de Nisêbîn, Cizîr û Sûrê bedelên giran da. Gotin qey ew ê bi zext û êrîşan gelê bejna xwe bitewîne. Lê gel li dijî van êrîş û zextan têkoşînek mezin da. Gelê Kurd li dijî vê yekê tu carî serî netewand. Heta ku em girtiyên xwe azad nekin xew ji me re heram e. Ji bo ampûlê qesrê vemire em ê 24 saetan bixebitin. Em vê yekê jî bi hev re bikin. Em ê dîsa bi awayekî bi hêz xwe birêxistin bikin."
 
Kesek hat binçavkirin!
 
Piştî axaftinê heyet derket kuçeyê û heta sûka qaçakvanan serdana bazirganan kir. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin û gel dirûşmên "Nisêbîn bi we serbilin de", "Destên xwe dirêjî Selahattin dike bila bişikê" ber kir. 
 
Di dema serdana bazirganan de kesê bi navê Ramazan Mugdat ji ber ku dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin. Hat hînbûn ku kesê hatiye binçavkirin ew ê îfadeya wî ya dozgeriyê bê giritn. 
 
Heyet ber bi Sêrtê ve çû.