17 saziyan ji bo Neworzê bang kir

  • 16:33 19 Adar 2018
  • Rojane
STENBOL - 17 partiyên siyasî û rêxistinên civak sivîl, ji bo tevlibûna Newroza Stenbolê bang kirin û gotin: “Em bang li hemû gelên xwe dikin ku bi coşa biharê tevli Newrozê bibin.”
 
17 Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bi dirûşma “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ ku wê di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê Newrozê pîroz bikin, bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlibûnê li gel kirin.  
 
Partiyên siyasî û saziyên beşdarî bangê bûn wihane: KESK, HDK, EMEP, HDP, SYKP, YSGP, DBP, ESP, Partiya Şoreşger, SODAP, ABF, EHP, Mala gel, Tevgera Şoreşger, Hewldana Çerkesên Demokratîk, Kolektîfa Destpêkê û Weqfa Sultan Hubyar.