Kurdên Saratovê piştgirî dan Berxwedana Serdemê
- 13:00 19 Adar 2018
- Rojane
SARATOV - Gelê Kurd ê li bajarê Saratovê dijîn bi daxuyanîya çapemeniyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrinê bi tundî şermezar kirin û berxwedana serdemê ya Efrînê slav kirin.
Kurdên navçeya Dêrgaçîyê a bajarê Saratovê piştgirî dan berxwedana serdemê a gelê Efrînê û dest nişan kirin ku tu êrişên dewleta tirk ên li ser gelê Efrînê nayê qebulkirin û wê Kurd heta dawî li ser piya bin.
Di daxuyaniyê de endamê Komîteya Navçeya Dêrgaçîyê İsmail Siltan bal kişand ser kuştinên sîvil bi taybet jî yên zarok û jinan û wiha axivî:"Dewleta tirk bi her awayî êrişê gelê me dike û ji xwe re her rêyê rewa dibîne. Di encama êrişên li ser Efrînê de bi sedan zarok, jin, ciwan, yên temenbilind jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin dewletên navneteweyî çawa ku beriya 30 salan ji bo komkujiya Helebçeyê bêdeng man îro jî li himber vê komkujiyê bedeng in. Gelê Kurd tu caran ji tu kesî re serê xwe netewandiye û tu car jî natewîne. Em wek Kurdên ku li Rûsyayê dijîn her çiqas durî welatê xwe bin jî em bi gelê xwe re ne. Efrîn û gelê Efrînê ne bi tenê ye.»
Endama Komîteya Jinên Navçeya Dergaçîyê Tewrata Mecid jî di daxuyanîyê de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ku di encama wan êrişan de ku jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan û wiha axîvî: "Di van êrişan de ne tenê dewleta tirk berpirs e her wiha dewleta Rûsya jî ji van kiryarên sûcdar berpirs e. Wek jinên Kurd em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.