ROJEVA 19'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 19 Adar 2018
- Rojev
*Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di lêpirsîna Berjîn Demîrkaya ya di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin de, bi hinceta ‘endama KJA’yê ye’ û derbarê wê de berê ‘di çarçoveya TMK’ê de doz hatine vekirin’ biryara bêşopandinê da. Parêzera Berjînê îtîrazê biryarê kir.
*Ji pêxistina agirê Newrozê re çend roj man û li Wanê her kolan, her mal ji niha de germahiya Newrozê dijîn. Kîtan Duman a kofiyan çê dike bang li jinan kir û got: “Li ser kiras û fîstanên xwe, kofiyan bidin serê xwe. Bêyî kofiyan neçin Newrozê.” BI DÎMEN
*Jinên di sala 1992’an de şahidiya komkujiya Newrozê kirin bi lêv kirin ku îro jî di heman şertan de divê gel berxwe bide û wiha pê de çû: “Em ji kevneşopiya berxwedana Bêrîvanê tên. Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê di Newrozê de dakevin qadan.”
*Jinên Efrînê ku agirê Newrozê bi berxwedanê geş kirin, tevî hemû êrîşan ji koza agir ji nû ve vejiyan û serhildana wan mohra xwe li dîrokê dide.
*Jinên Kobanê derbarê 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê de diyar kirin ku Newroz serîhildana gelê Kurd e û dê di vê Newroza îsal de bi têkoşînêk mezintir gelê Kurd agirê Newrozê geş bike.
*Jinan bertek nîşanî bombebarankirina Nexweşxaneya Avrînê dan û diyar kirin ku Tirkiye sûcê mirovahiyê dike û wiha got: “Kurdbûn an ne Kurdbûn ne girîng e. Divê her kes xwedî li Efrînê derkeve. Jin û zarok tên qetilkirin.” BI DÎMEN
*Xwendekarên Zanîngehê Kemal Kurkut ku ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe hat Amedê, di nokteya lêgerîna li ser Kolana Evrîm Altaş de li ber çavê rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û di ser qetilkirina wî de salek derbas bû. Dayika Kemal Kurkut, Sîcan Kurkut ku ev saleke edaletê dipê bang li sedhezar kesên diçin qada Newrozê kir û got: “Dema hûn diçin Newrozê ji bîr nekin Kemalê min jî ligel xwe bibin.” BI DÎMEN
*Tevî hemû astengiyan jin dê bi dirûşma "Wiha naçe , yan azadî yan azadî" biherikin qadên 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca bal kişand ser astengiyên li dijî Newrozê û got:"Gelê me bi salan e ku tevî hemû astengiyan bi coşeke mezin beşdarî Newrozê bûn, ew ê îsal jî bi coşeke mezin beşdar bibin." BI DÎMEN