Li Efrînê sîvîl hedef tên girtin: Li Cindirisê komkujî

  • 14:21 18 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li gor agahiyên herêmî li Efrînê êrîş zêde bûn û sîvîlên ku xwestin vegerin Cindirisê ji aliyê balafirên TSK'yê hedef hatin girtin. Derbarê kesên ku jiyan xwe ji dest dane û birîndar bûne agahiyên zelal nehat bidestxistin. Hat zanîn ku kesên ku xwestin ji Basutê vegerin Efrînê di ketina bajêr de bi obus û havanan hedef hatin girtin. 
 
Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ji do şev de bê navber didome. Li gor agahiyên herêmî konvoya ku 300 kes sîvîl têdebûn û dikira vegeriya Cindirisê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve (TSK) hedef hatin girtin. Li gor agahiyên herêmî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û ji ber ku bombebaran didome derbarê hejmarê agahiyên zelal nehat destxistin. 
 
Dîsa îro komek sîvîl ku xwestin ji Basutê vegerin Efrînê bi obus û havanan hedef hatin girtin. Derbarê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane agahiyên zelal nehat bidestxistin. 
 
Her wiha li gor agahiyên herêmî li kuçeyên Eşrefiye û Mahmudiyeyê pêvçûnên giran diqewime û sîvîlên ku xwestine derkevin xwe di bin traktorê de veşartine û 6 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Sîvîl wekî mertalên zindî tên bikaranîn
 
Her wiha sîvîlên ku naxwazin ji Efrînê derkevin ji aliyê OSO'yê ve  wekî mertalên zindî tên bikaranîn. Dîsa li gor agahiyên hat bidestxistin li cenazeyan îşkence tê kirin. 
   
Li navenda bajêr hîn gelek sîvîl hene û bi komkujiyek mezin rû bi rû ne.