Ji bo Efrînê li Serêkaniyê konê piştgiriyê hat vedan

  • 11:13 18 Adar 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Ji bo piştgiriya Efrînê Tevgera Civaka Demokratîk bi dirûşma "Ev der Cindiris e ev der berxwedan e" li Serêkaniyê konê piştgiriyê veda.
 
Ji bo piştgiriya Efrînê Tevgera Civaka Demokratîk bi dirûşma "Ev der Cindiris e ev der berxwedan e" li Gulîstana Şehîda ya Bêrîtan a Serêkaniyê konê piştgiriyê veda.
 
Her wiha derbarê rewşa dawî ya Efrînê civîn hat lidarxistin. Civîn ji aliyê Hevserokê Bajarê Serêkaniyê Liqman Eîso hat rêvebirin. Konê çalakiyê wê sê rojan bidome. 
 
Li ser navê Meclisa bajarokê girêdayî Serêkaniyê Sefih Aliya Mihemed da zanîn ku divê hemû kes ji bo Efrînê bibin yek û alikariya Efrînê bikin. 
 
Bi navê mamostên Serêkaniyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka demokratîk (KPC) Şêrîn Ebdê axivî û wiha got:"Em berxwedana serdemê silav dikin, weke mamoste em ê heta dewiyê piştgiriya berxwedana Efrînê bikin." 
 
Civîn bi dirûşma "Bijî berxwedan Efrînê" bi dawî bû.