'Qîrîna Efrînê bibihîzin, wê tenê kurd winda nekin'
- 16:30 17 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Rojnameger Erdogan Altan ku 57 roj e li Efrînê nûçe dişopîne, diyar kir ku li bajarê ku bê navber tê bombekirin Helepçeya sedsala 21'emîn tê jiyîn û ev bang kir: "Li Efrînê zarok kal û pîr tên qetilkirin. Qîrîna Efrînê bibihîzin. An na wê tenê kurd winda nekin."
Tirkiye bi hêza 2'emîn Artêşa NATO ya TSK'ê, OSO, El Kaide, El Nusra, Ehrar El Şam, Tugayên Nureddin Zengî 57 rojin li ser hev bi balafirên şer, tang û topan êrîşî Efrînê dikin. Tirkiye di 2 rojên dawî de bajarê Efrînê raste rast bombe dike û heta niha di bombekirinê de herî kêm 47 mirovên sivîl hatin kuştin. Li dijî êrîşên TSK û OSO berxwedana YPG/YPJ û QSD'ê berdewam dike. Duh TSK'ê nexweşxaneya Avrînê bombe kir û 16 welatî hatin kuştin. Der barê êrîşên li ser Efrînê Rojnameger Erdogan Altan ê 57 rojin şer dişopîne pêşektinên herî dawî bi riya Ajansa Mezopotamyayê ragihandin.
'Efrînê bê navber tê bombekirin'
Altan, der barê êrîşên TSK û OSO yên liser bajar agahî dan û wiha got: "Balafirên şer, obus, top bê navber Efrînê bombe dikin. Şevê din balafirên şer Nexweşxaneya Avrînê bombe kir. Mizgeftên Eşrefiye bombe kir. Kunên mezin di mînareya Mizgeftê de vebûn. Altan, anî ziman ku ketober bajar bombe dikin û wiha got: "Ji ber bombekirinê bi hezaran welatî neçar man malên xwe terk bikin. Koçî herêma Şêrawa û Şehbayê kirin.
'Sivîl hedef hatin girtin'
Erdogan, anî ziman ku welatiyên ji ber topbaranê xaniyên xwe terk dikin hinek jê bi maşîneyan û hinek jê bi meş koç dikin û wiha got: "Şevê din maşîneyek di nava karwanê de rastî êrîşa bombeyê hat. Di karwanê de maşîneyek û traktorek bû hedefa bombeyan. Di du maşîneyan de jin û zarok jî di navde gelek kes hatin kuştin. Dîsa li gel karwana mirovan sewal jî bûn hedefa bombeyan. Bi taybetî di salvegera komkujiya Helepçe de Efrîn rastî êrîşa bombeyan hat. Bi bombekirinê rê li pêş dermankirinê jî girtin. Bi dehan cenazeyên welatiyan li kolanan belav bû. Di 16'ê Adarê de komkujiya 16'ê Adara 1988'an a Helepçe dubare bû. Heman wêne dubare bû. Êdî malbat û rêveberên bajar bi xwe cenazeyan radikin.
Kesên ji malên xwe dernakevin hene
Li aliyekî bajar ev pêk tê, li aliyê din mirovên koç dikin naxwazin ax, mal û warên xwe terk bikin. Naxwazin şervanên xwe û axa xwe ya bedelên giran li ber wê daye terk bikin. Bi piranî mirovên dayik, bav, kal û pîr naxwazin warên xwe terk bikin. Lê berxwedêrên bajar, ji bo ewlehiya wan bi biryarin wan bibin cihê ewle. Tevî hemû geşedanan bi hezaran welatiyên sivîl naxwazin warên xwe terk bikin."
'Dixwazin vîna gel bişikînin'
Erdogan, anî ziman ku bi destê Rusya, NATO û NY'ê dixwazin gelê Efrînê bê vîn bihêlin û wan bikin koleyên xwe. Erdogan, anî ziman ku yên li vir dijîn şêniyên vir in û yên şer dikin jî zarokên wan û şervanên wan in û wina got: "Li dijî DAİŞ'ê şer kirin û şer dikin. Li dijî DAIŞ'ê zarokên xwe feda kirin. Îro dîsa li dijî El Nusra, Ehrar El Şam, DAİŞ'ê Efrînê diparêzin.
'Wê tenê kurd winda nekin'
Erdogan, anî ziman ku navenda bajar bê navber tê bombekirin. Erdogan, ji navenda babajarê ku bi hezaran sivîl lê dijîn bang li cîhanê kir û got: "Di sedsala 21'an de Helepçeya duyemîn dubare dibe. Pitik, zarok, jin, ciwan, kal û pîr tên kuştin. Dibêjin vê qêrîn û hawarê bibhîzin. Ger ku hûn nebihîzin ne tenê kurd dê hemû gelê cîhanê winda bike."