Li Efrînê Konvoya sivîlan bombe kirin: Kuştî û birîdar zêde ne
- 12:09 17 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Konvoya sivîlên ku ji Efrînê ji ber êrîşan dixwetin Efrînê biterikînin bi obusan hat bombekirin. Hat diyarkirin ku di ecma êrîşan de gelek kesên ku zarok jî di nav wan de hene hatin qetilkirin.
Êrîşên Dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê di roja 57'emîn de berdewam dikin. Hat diyarkirin ku Konvoya sivîlên ku vê sibehê ji ber êrîşên bombeyî xwestin navenda bajêr biterikînin bi obusan hatiye bombekirin. Traktorek û wesayiteke ku sivîl tê de hebûn hedef hat gitin û kesên di wan de hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku di nava sivîlên hatine qetilkirin de zarok jî hene.
Hat aşkerakirin ku ji ber bombebarana obusan rojnamegerên ku xwestin xwe bigihîn cihê bûyerê jî nikarin biçin. Hat diyarkirin k ji ber ku li Efrînê xetên telefon û înternetê hatine qetandin têkilî bi gel re nikare bê danîn. Her wiha dîmenên ewil ên konvoya rastî êrîşê hat jî hatin û ji dîmenan xuya dike ku ji ber bombebaranê cenazeyên ku bûne xwelî xuya dikin.
li herêmê tevgera keşfê berdewam dike.