‘Di Newrozê de li dijî tecrîdê em ê dengê xwe bilind bikin’
- 10:27 17 Adar 2018
- Rojane
Duygu Cînîvîz
AMED - Amadekariya Newroza Amedê ya wê bi dîrûşma ‘Em ê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser kevin’ wê bê pîrozkirin didome. Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ji bo tecrîda li ser gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bê şikandin, divê tecrîda li Îmraliyê bê kişandin û got di Newrozê de wê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
Li Amedê Newroz îsal bi dirûşma ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê bilind bikin, Li Efrînê bi ser kevin’ wê roja Çarşemê bê pîrozkirin. Ji bo Newrozê gelek partiyên Kurdistanî, bawerî û ji Ewropayê kes hatin vexwendin. Her wiha ji bo Newroza Amedê gelek rojnamegeran jî serlêdan kir. Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz der barê Newroza Amedê de axivî û got: “Di vê pêvajoya ku di şexsê Efrînê de hemû destkeftiyên Kurdan tê tunekirin de divê kurd bibin yek li Newroza Amedê ligel hev bin.”
‘Niyeta wan ya çareseriya pirsgirêkê tune’
Salîhayê got di 2013’an de bi nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoyek dîrokî hatiye destpêkirin û di pêvajoya du sal û nîv de niyeta Tirkiyeyê ya pirsgirêka Kurd çareser bike tunebû û wiha pêde çû: “Di heman demê de beriya pêvajoya dest pê bike, bi komkujiya 9’ê Çile ya Parîsê ji bo Kurdan peyamek hat dayîn. Piştre êrîşê avahiyên HDP’ê kirin û komkujî pêk anîn.”
‘Bi komploya navneteweyî êrîşê Efrînê dikin’
Salîhayê bi lêv kir ku wan partiyên Kurdistanî, nûnerên baweriyan jî vexwendiyê Newroza Amedê kirine û got: “Komîteya tertîp heta niha ji 400 zêdetir kes û nûneriyan re vexwendîname şandiye. Ji saziyên çapemeniyê yên cuda jî serlêdanên akredîtasyonê hatin.Emê di qadên Newrozê de bertekên xwe yên li dijî Efrînê nîşan bidin. Di dagirkirina Efrînê de li ber çavê hemû cîhanê sîvîl tên qetilkirin. Emê li qadên Newrozê li dijî dagikirina Efrînê bisekinin. Emê dengê xwe li dijî tecrîd û êrîşên Efrînê bilind bikin. Em dizanin ku tecrîda li ser gelan bi şikandina tecrîda li ser Îmraliyê pêkane. Di heman demê de emê dengê xwe li dijî zilm, zextên li ser jinan jî bilind bikin.”