Cîhan wê ji bo Efrînê bimeşe
- 16:34 16 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Efrînê kampanyayeke navneteweyî dest pê dike. Ji kesayetên navdar ên cîhanê koordînasyonek ava bû. 24'ê Adarê wê li tevahiya cîhanê ji bo Efrînê meş bê kirin.
Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê, ji bo hêzên navneteweyî li dijî êrîşên li ser Efrînê bixe nava liv û tevgerê dest bi hewldanan kiribû.
Kampanya navneteweyî ya ji bo Efrînê ji aliyê akademîsyen, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar, parlamenter ên li cîhanê navdar in û komên dostaniya bi Kurdan hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de koordînasyoneke navneteweyî ava bû.
Di çarçoveya kampanyayê de biryar hate dayin ku roja 24'ê Adarê li gelemperiya cîhanê meşên protestoyî bên lidarxistin. Kampanya heta ku dagirkerî biqede wê bi semîner, konferans û çalakiyên cihêreng li her derê biome.
Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê ragihandibû ku wê 19'ê Adarê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya greva birçîbûnê pêk bîne. Gelek parlamenter, şaredar û rewşenbîr wê tevlî çalakiyê bibin.
Di çarçoveya van çalakiyan de di navebera 19 û 29'ê Adarê de jî wê di serî de li Bruselê wê li gelek navendên girîng ên ewropayê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
Daxwazên platformê wiha ne:
"*Neteweyên Yekbûyî (NY) divê bi lezgînî bicive, ji bo Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya li Sûriyeyê tevibgere biryarên pêkanînan bigire û mekanîzmayên xwe bi kar bîne.
*Ev dagirkeriya dewleta Tirk li gorî qanûn û pîvanan sûc e. Ji ber vê yekê divê ji aliyê dîplomatîk, aborî û leşkerî ve tavilê ambargo li ser dewleta Tirk bê ferzkirin.
*Ji bo careke din êrîşa dagirkeriyê neyê kirin, pêşî li jenosîdê were girtin û li herêmê aramî û ewlekarî bibe, seranserê sînorê Bakurê Sûriyeyê weke 'herêma li firîna balafiran qedexe' bê ragihandin.
*Ji bo pêşî li kuştina zarok, extiyar, jin û mirovên nexweş were girtin, hemû saziyên navneteweyî alîkariya însanî û tenduristiyê bidin gelê Efrînê.
*Efrîn di nava 7 salên şerê Sûriyeyê de herêma herî aram û demokratîk e. Divê Tirkiye ji ber êrîşên xwe, ji ber kuştina jin û zarokan, ji ber komkujiya sivîlan li dadgehên navneteweyî were darizandin. Em bang li raya giştî ya demokratîk, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin."
Navên kesên ku piştgiriyê didin kampanyayê wiha ye:
îllo Sîgurdsson- Danîmarka
Andy Carl
Angîe Gonzales-Hollanda
Ahmet Insel -Fransa
Ana Marîa Palacîos-Herêma BASK'ê
Arturo Salerni-Îtalya
Barbara Spînellî-Îtalya
Benjamîn Abtan
Costas MAVRIDES
Davîd Graeber-Ingîlistan
Debbîe Bookchîn-ABD
Engîn Sustam- Fransa
Estella Schmîd
Fabîo Marcelli-İtalya
Federîco Venturînî-Ingîlistan
Georges Henrî Beauthîer-Belçîka
Gêrard Chalîand-Fransa
Hayko Bağdat-Turkiye
Heîke Geîsweîd-Almanya
Husnu Yîlmaz-Swîsre
Janet Bîehl-DYA
Jonathan Spyer-Israîl
Joost Jongerden-Hollanda
Joseph Ryan-Ingîlistan
Julie WARD
Jun Sasamoto-Japonya
Jurgen Klute -Almanya
Karîane Westrheîm
Laurence Roques-Fransa
Leo Francis -Afrîka
Dr Les Levîdow
Lotta( Lîse-Lotte) Johnsson Fornarve-Swîsre
Louîse Regan-Ingîlistan
Ludo De Brabander
Margaret Owen
Marîe-Chrîstîne Vergiat
Miren Gorrotxategi Azurmendî-Spaîn
Noura Raad-Fransa
Ogmundur Jónasson-Îzlanda
Oîhana Etxebarrîeta-Herêma BASKÊ
Olîvier Steîn-Belçîka
Patrîce Franceschî- Fransa
Patrîck Le Hyarîc-Fransa
Robert Sabata Grîpekoven-Katalonya
Sîmon Dubbîns-Kraliyeta yekbûyî
Stefano Squarcîna-Îtalya
Stéphane Breton-Fransa
Teresa Forcades
Thomas Jeffrey MÎley-Kiraliyeta Yebûyî
Thomas Schmîdt-Almanya
Tony Sîmpson-Kiraliyeta Yekbûyî
Torre Pascal-Fransa
Vanîa Silva Martîns-Portekîz
Dr Vîckî Sentas
Yves-Jean Gallas-Fransa