Li taxa Mahmudiyeyê bi dehan kes hatin qetilkirin
- 14:46 16 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Di encma bombebarana li ser taxa Mahmudiye ya li Efrînê ku bi rojan e berdewam dike bi dehan kes hatin qetilkirin. Dîmenên ku ji taxê hatin dîmenên Komkujiya li Helepçeyê ya berî bi 30 salan ku li ser kurdan hat kirin bî bîra mirov tînin.
Li taxa Mahmudye ya li Efrînê ku bi rojane bombebaran berdewam dike bi dehan kes hatin qetilkirin. îmenên ku ji taxê hatin dîmenên Komkujiya li Helepçeyê ya berî bi 30 salan ku li ser kurdan hat kirin bî bîra mirov tînin. Cenazeyê kesên ku hatine qetilkirin ji ber bobebaranê li kolanan man. Di nava cenazeyên ku hemû yên sivîlan de ne û li kolanê mane yê zarokan jî hene. Sivîlên ku hatine qetilkirin hemû yên ku xwestine ji ber bombaranê ji bajêr derkevin e.
Li taxa ku bombebaran bê navber lê berdewam dike avahiyên ku hatine hedefgirin gelekên wan ji ber bombebaranê hilweşiyane û agahiyên ku kesên di bin kavilan de mane tên.