DBP û HDP: Komkujiya Helepçeyê li Efrînê tê dubarekirin

  • 14:16 16 Adar 2018
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Giştî ya DBP'ê û ÎHD'ê Stenbolê ve derbarê Komkujiya li Helepçeyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku komkujiya li Helepçeyê berî bi 30 salî hat kirin îro tê xwestin ku li Efrînê bê dubarkirin.
 
Derbarê 3'êmîn salvegera Komkujiya li Helepçeyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên bawerdikin ku ew ê bi zilm û tundiya dikin wê agirê azadiyê vemirînin divê, divê ku ji agirê azadiyê yê ku Komkujiya li Helepçeyên nikaribû vemirîne dersê bigirin.
 
Daxuyaniya ku ji aliyê DBP'ê  ve hat dayîn wiha ye: 
 
"Di sala 1988'an de dîktatorekî bi çekînê kimyevî û biyolojîk 5 hezar kurdên ku di nav wan de zarok,jin kal û pîr hebûn li Helepçeyê qetil kirin. Cîhanê nedît...Di sala 2018'an de jî li Efrînê bi îtîfaka AKP-MHP'ê tê xwestin ku Komkujiya li Helepçeyê bê dubarekirin. Cîhan hîn jî bêdeng e! Îro kesên ku dibêjin em dikarin bi tundî û zilmê agirê azadiyê vemirînin divê ji agirê azadiyê yê ku Komkujiya li Helepçeyê hat kirin nikaribû vemiranda dersê bigirin."
 
ÎHD'a Stenbolê
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê ÎHD'a Stenbolê ve hat dayîn de jî bal hat kişandin ser Komkujiya li Helepçeyê ku di encama bikaranîna çekên kimyewî de ji aliyê Saddam ve welatiyên Helepçeyê ku piraniya wan kurd bûn hatin qetilkirin. Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Li gel ku hewldana me ya ji bo bidawîkirina zilm û tudiyê berdewam dike jî em dizanin ku wê ev hewldana me ya ku em bi tena serê xwe dikin têrê neke. Asta ku şerê li sûriyeyê tê meşandin hatiyê û bi mîlyonan kesê di encma vî şerî de hatiye koçberkirin û bi sendan kesî jî yana xwe ji dest daye. Di vê çarçoveyê de êrîşê Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ku tên kirin ji bo me hemûyan xetereyek berbiçav e. Em bang li raya gitî ya navneteweyî û hemû kesê dikin ku li dijî komkujiyan rabin ser piyan."