KCD: Bila Efrîn nebe Helepçeyek nû!

  • 12:15 16 Adar 2018
  • Rojane
 
 
AMED – KCD’ê qurbaniyên di komkujiya Efrînê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û bibîr xist ku komkujiya Helepçeyê îro li Efrînê dubare dibe û heke pêşiya êrîşên li ser Efrînê neyên girtin dê li Efrînê komkujiyek ji ya Helebçeyê wêdetir pêk bê. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî komkujiya Helebçe ya di 16’ê adara 1988’an de li ser fermana Serokê Dewleta Iraqê Saadam Huseyîn ve pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: 
 
“Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe mîsoger bike, bûye dîroka lehengî û berxwedanê. Di ser komkujiya Helepçeyê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helepçeyê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.
 
Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ligel ku di ser vê komkujiyê de sîh sal derbas bûne jî hêj ew texrîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.
 
'Komkujiyên mezin pêk anîn'
 
Komkujiya Helepçeyê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskî, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.
 
Di roja me de li Efrînê bi heman armancê li hemberî hebûn û nirxên gelê kurd êrîşên dagirkirin, tunekirin û qirkirinê dane destpêkirin. Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal pêk anîne. Hêzên emperyalist ên navneteweyî, duh li Helepçeyê îro jî li Efrînê bûne şirîk û hevkarê sûcê şer ên van komkujiyan. 
 
'Bila Efrîn neba Helepçeyek nû'
 
Hemû mirovahî zanin û bûne şahidê rastiya ku gelê kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rû bi rû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye. Îro berxwedana li Efrînê tê meşandin, nîşanî her kesî daye ku bawerî û girêdana azadiyê di asta herî bilind de dijî. 
 
Berxwedana Efrînê, di dinyayeke ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin de, li ser navê hemû mirovahiyê li hemberî çeteyên mîna DAÎŞ’ê têdikoşe û li ber xwe dide. Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 30’emîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helepçeyê lanet dikin. Ji bo li Efrînê komkujiyeke  nû ya wekî Helepçeyê pêk neyê, di serî de bang li gelê xwe, hemû civakên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi gelê Efrînê re di nava hevkariyê de bin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.
 
Divê civaka navneteweyî nehêle ku Efrîn bibe Helepçeya nû û destûrê nedin vê yekê.”