Nahîde binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin
- 10:47 16 Adar 2018
- Rojane
Medine Mamedoğlu
ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Nahîde Ormanli ya ku berî bi du rojan ji ber rewşa xwe ya tendirûstiyê berî bi du rojan hat tahliyekirin binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan vegotin û got ku li girtîgehê qet nehatiye dermankirin û tenê ji bo ku raporê bigire ew şandine nexweşxaneyê.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nahîde Ormanli (55) di 31'ê cotmeha 2017'an de bi hinceta ku cezayê wê heye li Sîlopiya Şirnexê hatibû girtin û di 14'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê hat tahiliyekirin. Nahîde ya ku ji ber xetereya tendirustiya wê ew tahliye kirin ku nikare bimeşe li mala xwe di nava nivînan de dimîne. Nahîde diyar kir ku li gel ew şandine nexweşxaneyê jî nehatiye dermankriin.
'Ji bo nexweşna şert û mercên girtîgehê giran in'
Nahîde ya ku piştî hat tahliyekirin birin nexweşxaneyê, mêvanên xwe di nava nivînan de pêşwazî dike. Nahîde diyar kir ku şert û mercên li girtîgehê gelek zahmet in û wiha got: "Di girtîehê de mayîn gelek zahmet e. Ev tenê ne ji bo min ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Her cara ku min digot ez nexweş im û ez dişandim nexwşxaneyê bêyî ku dermankirina min bê kirin tenê rapor didan min û min disa dişandin girtîgehê. Piştî ku taqeta min qet nema ez bi şertê kontrola edlî hatim tahliyekirin. Gelek girtiyên nexweş ên wekî min hene û rewşa wan xirabe divê ku ew jî bên tehliyekirin."
Nahîde ya ku divê bê ameliyatkirin ji bo kontrola tendirustiyê wê li Amedê dermankrina wê berdewam bike.