‘Êşên hêsan dikare bê axaftin lê êşên kûr bê ziman in’
- 10:01 16 Adar 2018
- Ji Pênûsa Jinan
‘Gelo civakê ji kengî de hovîtiya li zaroka 38 rojî, li zarokên 9 meh an jî zarokên 3-4-5 salî wisa rehet qebûl kiriye? Gelo em ê ji van re bêjin ‘îstîsmara zayendî’ û derbas bibin?
Heval Aslan
Di demên dawî de hema hema her roj nûçeyên îstîsmara zarokan dertên pêşberî me. Ne tenê li zarokan li pitikan jî îstîsmara zayendî tê kirin. Li Edeneyê zaroka 3 salî rastî îstîsmara zayendî hat, li Wanê pitika 38 rojî di encama îstîsmara zayendî de jiyana xwe ji dest da… Gelo civakê ji kengî de hovîtiya li pitika 38 rojî, li pitika 9 mehî yan jî zarokên 3-4-5 salî wisa rehet qebûl kiriye? Gelo em ê ji van re bêjin ‘îstîsmara zayendî’ û derbas bibin? Gelo wijdan ewqas kor bûye? Ev civak çawa ji bo van zarokan serî hil nade? Gelo tiştên li pitika 38 rojî hatine kirin em ê tenê bêjin ‘îstîsmara zayendî ye’ û derbas bibin?
Bi têgeha ‘îstîsmara zayendî’ hovîtiya ku li dijî zarokan hatiye kirin, wê çiqas bê îfadekirin?
Têgeha ‘îstîsmara zayendî’ refleksan qels dike
Ya yekem têgeha ‘îstîsmara zayendî’ di vegotina tiştên ku van zarokan jiyane de kêm dimîne û têgehek bi pirsgir e. Ji ber îstîsmar bi wateya gotinî: Niyeta baş a kesekî li xerabiyê bikaranîn e. Îstîsmarkirin jî wek fêde girtin tê bikaranîn. Kesê îstîsmarkar jî wek kesê ku niyeta baş a kesên li xerabiyê bi kar tîne ye, wek binpêkirin tê vegotin. Îstîsmarkarî jî bi awayê teşeyê rewş û karê îstîsmarê tê vegotin. Em niha ji têgeha ‘îstîsmarkirinê’ derkvin rê û dikarin tecawizkirina zarokan û kuştina wan wek ‘kar’ vebêjin? Dikare wek ‘niyeta ne baş bikaraniye’ bê vegotin. Pitika 38 rojî, ya 9 mehî û zarokên 3-4 salî… Ev niyetek xerabûyî ya çawa ye? Ev sosretî çawa dikare wek ‘îstîsmar’ bê vegotin? Ev tiştên hatine jiyîn ne îstîsmar e, tecawizkirina cîhana zarokan e.Ji ber vê ji vê ‘gotina îstîsmara zayendî’ tenê refleksên civakê qels dike û reaksyonên mirovahî ji holê radike.
Daxuyaniya diyanetê mirovan matmayî dihêle
Hefteya borî serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan got wê li Meclîsê ‘Komîsyona Îstîsmara Zayendî’ bê avakirin. Di vê axaftina xwe de ‘zîna’ ku di navbera du kesên mezin de bi daxwaz tê kirin û êrîşa zayendî a li hemberî zarokan wek hev dît. Ne ev tenê daxuyaniya diyanetê ya wekê ‘zarokên 9 salî dikarin beyî malbatên xwe bizewicin, heta dikarin ducanî bimînin. Gelo ev tê çi wateyê? Ev daxuyaniya diyanetê mirovan dike xofê.
Ne sûcdar, mexdur wek çavkaniya şermê tê dîtin
Mirov dikarin di vir de bi saetan li ser rizandina li ser civakê biaxivin. Em dibînin ku polîtîkayek ji ahlaqê dur dibe sedema civakek ji rê derketiye. Di vir de ya esas tiştên ku zarokên mexdur dijîne. Di demên dawî de mijara herî zêde dixwînim û dinivîsim texrîbata li ser zarokên rastî êrîşa zayendî hatine. Di êrîşên zayendî de ne kesên sûc dikin, yên mexdur dimînin wek çavkaniya şer tên dîtin. Ji ber wek namûs li beden dinêrin, wek tabu jî li zayendê dinêrin. Beden ne aydê me, aydê malbatan, aydê hevjîn tên dîtin. Di bûyerên îstîsmarê de beden dikarin bên şûştin, birînên beden dikarin bên kewandin lê birînên ruhî ne tên şûştin û ne jî tên kewandin.
Tecawiz li dijî civakê pêk hatiye
Belê raste, ger rêbazeke dermankirina civakê neyê dîtin, ne mexdurên tecawizê, kesên vê dibihizin, dizanin û şahidin travmayê dijîn. Çima?Ji ber tecawiz ne li ser kesekî pêk tê ye, civakiye, her bûyera tecawizê di heman demê de li dijî civakê pêk hatiye. Divê ev wisa bê famkirin.
Zarok girantir dijîn
Bûyerên tecawizê bêguman di navbera zarok û mezinan de cudaye. Zarokek belkî bûyerê ferq neke û ne xwedî alavek ku xwe biparêze, ne xwedî hişmendiyek xwe biparêze ye. Ji ber vê sedemê travmayek mezintir derbas dike û zarok tiştên dijîn nekarin vebêjin.
Civak mexduran cuda dibînin û yên tecawiz dikin jî di nav xwe de dihewînin
Li gorî psîkanalîstan 8 mehî hîna xwe nizane. Piştî 8 mehî dibe xwe di neynikê de nû nû nas dike. Dizane ku hebûnek ji dayika xwe cuda ye. Di mehên pêş de li ser îmaja malbat, mirov û civak dişînin ji wanre xwe ava dikin. Civak çawa lê binêre kesayeta wan wisa bit eşe dibe. Ger civak ji ser rewşa fizîkî, astengdarî an jî tiştên nêz bibe wê kesayeta zarok wisa bi teşe bibe. di rewşa îstîsmara zayendî de ev xerabtire. Ji ber civaka me carna gunehê wan bi van zarokan tê carna jî wan qirêj dibînin.Civaka ku mexduran nagire nav xwe, tecawizkaran di nav demê de digire nav xwe.