‘Bersiva pirsên me di agirê Rahşana ku bû Newroz de veşartiye’

  • 09:32 16 Adar 2018
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul bang li hemû jinan kir ku tevlî Newroza ku dê bi dirûşma ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ bê pîrozkirin bibin û got ew wek hevalên Rahşanê divê agirê Newrozê geş bikin û di wî agirî de bersiva pirsên xwe bigirin.
 
Komîteya Koordînasyona Newroza Îzmîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 11’ê Adarê de li Qada Gundogdu pêk tê xebat da destpêkirin. Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul diyar kir ku ne tenê gelê Kurd wê bi hemû gelan re govendê bigirin û dirûşmên aştiyê pîroz bikin.
 
Melîsê daxuyakirin ku di 1992’an de li Kadîfekaleyê Rahşan Demîrel bedena xwe daye ber agir û wan agirê Rahşanê pêxistiye dewr girtine û got: “Bi tevlîbûna jinan  Newreozê re wê pîrozkirin watedartir be. Em her tim Rahşanê bibîr tînin. Em wek hevalên wê divê agirê wê ji nû ve geş bikin û bi wî agirî ji pirsên xwe re bersivê bibînin. Divê em li qadan hemû rengên xwe nîşan bidin. Divê em têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û îsal sala serkeftina gelan e.”
 
‘Divê têkoşîna Rojava bê mezinkirin’
 
Melîsê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku faşîzm wek her derê li Îzmîrê jî tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang dikim ku li dijî binçavkirin û girtinan divê gel qadên Newrozê tije bikin. Şoreşa Rojava bi bedeldayîna gelek jinan pêk hatiye. Şerê îro tê meşandin jî li dijî qezencên jinan e. Divê em têkoşîna Rojava mezin bikin. Em ê tilîliyên xwe yên aştiyê li her derê berz bikin û bibin Newerozê.”
 
Melîsê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan jin qadên Newrozê tije bikin û li dijî yekrengiyê dest bidin hev.