'Li Wanê Newroz wê bi tevlîbûna hezaran bê pîrozkirin'
- 09:16 16 Adar 2018
- Rojane
WAN-Îsal Newroz wê bi dirûşma' Li hemberî Faşîzmê bihara galan e Newroz' bê pîroz kirin. Startên Newrozê li bajarên mezin hatine dayin. Dê li Wanê jî Newroz di 21 Adarê bê pîroz kirin. Der barê xebat û pîrozbahiya Newrozê de komiteya amadekar a newrozê agahî dan û daxuyand ku wê li Wanê Newroz bi tevlîbûneke girseyî bê pîrozkirin.
Bi nêzîkbûna 21'ê Adarê roja Newrozê li gelek bajaran starta Newrozê hat dayîn. Îsal gelê kurd wê bi dirûşma' Li hemberî Faşîzmê bihara galan Newroz' li qadan bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê li Wanê 9'ê Adarê starta newrozê hat dayin. Li Serhedê xebatên Newrozê hatine destpêkirin.Komîteya amadekar a Newrozê aşkerA kir ku ew li bendê ne bi hezaran li keleha Wanê kom bikin.
'Xebatên me yên Newrozê hatine destpêkirin'
Ji komiteya amadekar a Newrozê Nesîbe Akdogan anî ziman ku li navenda Wanê û bajarên derdorê xebatên Newrozê hatine destpêkirin û wiha axivi;"Me 9'ê Adarê starta Newroza Wanê ji raya giştî re parve kir. Di fermiyatê de jî me ji bo pîrozbahiyê serlêdan li Walîtiyê kir. Em hêvîdarîn ku di vê heftiyê de biryara pîrozbahiya Newrozê bê pijirandin. Me îsal bi dirûşma'Li hemberî faşîzmê bihara gelan newroz' dest bi xebatên xwe kirin. Niha hem li Wanê û hem jî hemû navçeyên Wanê xebatên me berdewam dikin."
Nesîbe bal kişnd ser pîrozbahiyên li Herêma Serhedê jî û wiha got: " Newroz li Wanê wê di 21'ê Adarê de bê pîroz kirin. Li Serhedê jî dê pîrozbahiyên Newrozê di 17 adarê de destpê bikin û fînala Newrozê dê li Wanê keleha Wanê Perka Atatûrk bi mîtînga girseyî bê dayîn. Pîrozbahî dê seat di 11'an de dest pê bike û seat heta 5'an bi dawî bibe. Em çawa li Enqereyê di 21'ê sibatê de bi girseyeke mezin tevli kongereya HDP'ê bûn niha jî em bi kelecana 8 Adarê ber bi Newrozê ve dimeşîn. . Em ê bi rihê 8'ê Adarê biherîkîn Newrozê."
'Newroz xwebûna heqîqetê ye'
Her wiha ji komiteyê Hawar Derya jî bang li hemû gelê serhedê kir ku 21'ê Adarê tevlî Mîtînga pîrozbahiya Newrozê bibin û wiha berdewam kir;"Newroz rojeke pir girîng û bi wate ye. Pirsgirîkên ku hatine xetimandin her tim Newrozê de hatine çareserkirin. Ji ber wê jî ji bo me Newroz ne tenê mizgîniya biharê, di heman demî de ji demokrasiyê, aşitiyê û ji wekheviya gelan re dengek e. Newroz xwebûna heqîqetê ye. Perperok bi lêgera jiyaneke bi heqîqet, hewlek mezin dide û ji bo azadiyê tevdigere. Em jî wekî perperokan em ê bi heqîqeta azadiyê ber bi Newrozê ve bimeşîn. Li navenda Wanê û bajaran xebatên Newrozê hatine destpêkirin. Em bawer dikîn ku em ê îsal tevlîbûneke girseyî pêk bînin. Ji bo ku aşitî, azadî û demokrasiyê biqîrîn em ê biherikîn qadên Newrozê."