'Em Helepçeyê ji bîr nakin û em ê ji bo Efrînê berxwe bidin'

  • 09:14 16 Adar 2018
  • Rojane
Ronida Hacî 
 
TILTEMIR - Di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana Serokkomarê Iraqê Saddam Huseyin bi çekên kîmyewî êrîş li dijî Gelê Helepçeyê pêk hatibû. Di encama êrîşa kimyewî de 5 hezar Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê endama PYD'ê Hemdiya Hisên axivî û got:"Komkujiya ku Seddam li Helepçeyê kir, niha tê xwestin ku li Efrînê jî bê kirin."
 
Di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana Serokkomarê Iraqê Saddam Huseyin bi çekên kîmyewî êrîşî Helepçeyê kirin. Di encama êrîşa kimyewî de 5 hezar Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê endama Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hemdiya Hisên bi lêv kir ku Gelê Kurd her dem bi destên dewletên desthilatdar rastî komkujiyê hatine, di sedsala 21'emîn de jî tê xwestin ku Gelê Kurd bi komkujiyek mezin rû bi rû bimînin. Lê Gelê Kurd hêza xwe ji berxwedana xwe digirin û dê bi têkoşîna xwe ya bêhempa nehêle ku destihilatdar axa wan desteser bike. 
 
'Dê Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya bêhempa bi ser bikeve'
 
Hemdiyayê diyar kir ku dê Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya bêhempa bi ser bikeve û wiha got:"Do li Helepçeyê îro li Efrînê êrîşî Kurdan dikin. Lê Gelê Kurd bi hemû tevgera xwe ya jixwebawer dê rê nede dagirkeriyê û dê heta dawî axa xwe biparêzin."
 
'Şerê li dijî Efrînê li dijî nirxên mirovatiyê ye'
 
Hemdiyayê wiha dewam kir:"Wekî ku li ser Helepçeyê bazarên qirêj hatibû kirin îro jî hêzên navneteweyî li ser Efrînê bazarên qirêj dikin. Li vir ê ku bedela giran dide jî Gelê Kurd e. Nirxên mirovatiyê vedugerînin amûrên bazarê. Hemû kes baş dizane ku şerê li dijî Efrînê li dijî nirxên mirovatiyê ye. Divê hemû kes li nirxên mirovatiyê xwedî derkevin û nehêlin komkujiya Helepçeya duyem li Efrînê bê kirin. "
 
'Em Helepçeyê ji bîr nakin û em ê ji bo Efrînê berxwe bidin'
 
Hemdiyayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em komkujiya ku li Helepçeyê hat kirin ji bîr nake û em ê ji bo Efrînê berxwe bidin."