ROJEVA 16'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 16 Adar 2018
  • Rojev
*Hevseroka Perwerde ya  Meclîsa Bakurê Sûriyeyê Nisrîn Doko derbarê amadekariya Rêziknameya Hundirîn a Perwerdeya Bakurê Sûriyeyê de axivî û got ku Eyn Îsa piştî dagirkeriya çar salan bi fikrên azad ronî dibe û dê di warê perwedeyê de jî pêşketinên ber bi çav pêk werin.
 
*Di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana Serokkomarê Iraqê Saddam Huseyin bi çekên kîmyewî êrîş li dijî Gelê Helepçeyê pêk hatibû. Di encama êrîşa kimyewî de 5 hezar Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê endama PYD'ê Hemdiya Hisên axivî û got:"Komkujiya ku Seddam li Helepçeyê kir, niha tê xwestin ku li Efrînê jî bê kirin." BI DÎMEN
 
*Newroz a sembola berxwedan û vejînê ye, bi salan berê diyarî xewedawendan hat kirin. Bi govend, serhildan, cil û bergên neteweyî yên jinan heta îro hatiye. Li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Wanê jinan li dijî îşkenceyan bi tilîliyên xwe agirê Newrozê pêşwazî kir û agirê Newrozê sal bi sal mezintir dibe û mîlyonan tîne cem hev.
 
*Hevseroka DBP’a Îzmîrê Melîs Akgul bang li hemû jinan kir ku tevlî Newroza ku dê bi dirûşma ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ bê pîrozkirin bibin û got ew wek hevalên Rahşanê divê agirê Newrozê geş bikin û di wî agirî de bersiva pirsên xwe bigirin. BI DÎMEN
 
*Parêzvana mafê mirovan Gamze Yalçin diyar kir ku bi OHAL’ê re hemû qanûn û maf hatine rawestandin û  kesên îşkenceyê pêk tînin bêceza tên hiştin ev jî sûcên nû bi xwe re tîne. Gamzeyê her wiha daxuyakirin ku bi îşkenceya fîzîkî re îşkenceya derûnî jî  derketiye asta herî jor. BI DÎMEN
 
*Di demên dawî de hema hema her roj nûçeyên îstîsmara zarokan dertên pêşberî me. Ne tenê li zarokan li pitikan jî îstîsmara zayendî pêk tê. Li Edeneyê zaroka 3 salî rastî îstîsmara zayendî hat, li Wanê pitika 38 rojî di encama îstîsmara zayendî de jiyana xwe ji dest da… Gelo civakê ji kengî de ye ku hovîtiya li pitika 38 rojî, li pitika 9 mehî yan jî zarokên 3-4-5 salî wisa rehet qebûl kiriye? Gelo em ê ji van re bêjin ‘îstîsmara zayendî ye’ û derbas bibin? Gelo wijdan ewqas kor bûye? Ev civak çawa ji bo van zarokan serî hil nadin? Gelo tiştên li pitika 38 rojî hatine kirin em ê tenê bêjin ‘îstîsmara zayendî ye’ û derbas bibin? JI PÊNÛSA JINAN
 
*Li Nisêbînê S.T ya ku bêyî daxwaza wê li şûna xaniyê wê yê di pevçûnan de xerabûye, înşata TOKÎ hat çêkirin, diyar kir ku pereyê kepçeya ku xaniyê wê hilweşandiye jî ji wê hatiye girtin û roportaja derbarê mijarê de dabû jî hincet hat nîşandan û îmze lê hat ferzkirin.
 
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr ji bo Newroza ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk were banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku wê di 21’ê Adarê de hemû qad rengîn bibin û wiha got: “Newroz wê bibe roja geşkirina agirê berxwedana gelan.”
 
*Îsal Newroz wê bi dirûşma' Li hemberî Faşîzmê bihara galan  Newroz' bê pîroz kirin. Startên Newrozê li bajarên mezin hatine dayin. Dê li Wanê jî Newroz 21 Adarê bê pîroz kirin. Der barê xebat û pîrozbahiya Newrozê de komiteya amadekar a newrozê  agahî dan û daxuyandin ku dê li Wanê Newroz bi tevlîbûneke girseyî bê pîrozkirin.BI DÎMEN