Ji Buroya Mafên Mirovan daxuyanî: Ji 300 kesî agahî tune ye
- 18:26 15 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Buroya Mafên Mirovan a Cizîrê, diyar kir ku piştî êrîşên li ser Maratayê ku dikeve rojvayê Efrînê komên girêdayî Tirkiye û OSO'yê ketine gund, li dibistana gund kom bûne û ji gundiyan agahî nayê girtin.
Buroya Mafên Mirovan a Cizîrê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî êrîşên li ser Maratayê ku dikeve rojvayê Efrînê komên girêdayî Tirkiye û OSO'yê ketine gund, li dibistana gund kom bûne û ji gundiyan agahî nayê girtin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gundê maratayê ku dikeve rojavayê Efrînê piştî ku bi bombebarana hêzên TSK'ê o komên girêdayî wê re rûbirû ma leşkerên artêşa tirk û û çeteyên wê ketin gund û li gundê ku nifusa wî 3 hezar kese hemû gundî li dibistanê top kirine û derbarê rewşa gundiyan de tu agahî nayên girtin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha hat gotin: "Li gorî agahiyên ku me ji serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Ciwan Mihemde girtin hat diyarkirin ku ji ber bombebaranê hejmara şehîd û birîndaran gelek zêde ye û peywirdarên tendirûstiyê pê re nagihîjin."