Ji Buroya Mafên Mirovan daxuyanî: Ji 300 kesî agahî tune ye 2018-03-15 18:26:17   EFRÎN - Buroya Mafên Mirovan a Cizîrê, diyar kir ku piştî êrîşên li ser Maratayê ku dikeve rojvayê Efrînê komên girêdayî Tirkiye û OSO'yê ketine gund, li dibistana gund kom bûne û ji gundiyan agahî nayê girtin.   Buroya Mafên Mirovan a Cizîrê, bi daxuyaniyekê  diyar kir ku piştî êrîşên li ser Maratayê ku dikeve rojvayê Efrînê komên girêdayî Tirkiye û OSO'yê ketine gund, li dibistana gund kom bûne û ji gundiyan agahî nayê girtin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat  gotin: "Gundê maratayê ku dikeve rojavayê Efrînê piştî ku bi bombebarana hêzên TSK'ê o komên girêdayî wê re rûbirû ma leşkerên artêşa tirk û û çeteyên wê ketin gund û li gundê ku nifusa wî 3 hezar kese hemû gundî li dibistanê top kirine û derbarê rewşa gundiyan de tu agahî nayên girtin."   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha hat gotin: "Li gorî agahiyên ku me ji serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Ciwan Mihemde girtin hat diyarkirin ku ji ber bombebaranê hejmara şehîd û birîndaran gelek zêde ye û peywirdarên tendirûstiyê pê re nagihîjin."