Nadîre Yoslun li ser milên jinan hat oxirkirin
- 15:42 15 Adar 2018
- Rojane
DÊRSÎM - Aktivîsta mafên jinan Nadire Yoslun a li Almanyê jiyana xwe ji dest da li bajarê wê Dêrsimê bi merasîmekê hat definkirin.
Aktivîsta mafên jinan Nadîre Yolsun a li bajarê Frankfurta Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li bajarê wê Dêrsimê hat defin kirin. Yolsun di 8’ê Adarê de li mala xwe li bajarê Frankfurt ê Alamanyayê kriza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Nadîre ji bo definkirinê anîn Dêrsimê.
Merasîma cenaze li cemxaneya Navenda bajêr pêk hat. Malbata Nadîre, gelek siyasetmedar û jin tevli mezarsîma cenazeyê Nadîreyê bûn. Cenaze li ala mor hatibû pêşan û li ser milên jinan hat definkirin.
Di merasîmê de Dayk Menşure Dogan axivî û diyar kir ku Nadîre ne li ser axa xwe li xerîbiyê jiyana xwe ji dest daye û çavê wê her li Dêrsimê bû.
Piştre Ferhat Tunç axivî û wiha got: “Xwişka min li Almanya bû, lê aql û dilê wê li Dêrsim, Rojava û Efrîhê bû. Şoreşger û kedkarbû xwişka min. Em bi têkoşîna wê serbilind in. Em ê te tu carî ji bîr nekin.”