Zarokên Amûdê ji bo zarokên Efrînê meşiyan
- 15:24 15 Adar 2018
- Rojane
AMÛDÊ - Yekîtiya Mamosteyên Amûdê ji bo piştgiriya Efrînê bi zarokan re meş li dar xist. Zarokan bi dirûşma "Slav ji zarokên Amûdê û Efrînê yê berxwedêr re" meş li dar xistin û gotin:"Ji kuştina zarokan re na".
Yekîtiya Mamosteyên Amûdê ji bo piştgiriya Efrînê bi zarokan re meş li dar xist. Zarokan bi dirûşma "Slav ji zarokên Amûdê û Efrînê yê berxwedêr re" meş li dar xistin û gotin:"Ji kuştina zarokan re na". Di meşê de wêneyê zarokên ku li Efrînê di encama bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn û pankartên "Ji kuştina zarokan re na" hat hilgirtin.
Meşê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" ji Navenda Ciwanên Şoreşger a Amûdê dest pê kir û li Qada jina Azad veguherî mîtingê. Piştî gihandina Qada Jina Azad ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Her wiha derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Bêrîvan Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga piştgiriyê û hestiyariyê ya ji bo Efrînê hat dayin û hat gotin ku ji bo zarok neyê qetilkirin ji bo ev şerê ku dibe sedema qetilkirina sîvîlan bi dawî bibe divê demildest rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî peywira xwe bînin cih û dawiyê li bêdengiya xwe bînin.
Her wiha zarokên ku beşdarî meşê bûn anîn ziman ku ew dixwazin şer bi dawî bibe û bi awayekî azad bilîzin.
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.