Dayika Aştiyê Nahîde hat berdan
- 15:23 15 Adar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Dayîka Aştiyê Nahîde Ormanli ya 55 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 5 meh bû girtîbû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan.
Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Nahîde Ormanli (55) ya ji navçeya Sîlopiya Şirnexê, di sala 2011’an de bi hinceta tevli çalakiyên cûr be cûr bûye bi îdîaya “Ligel ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kirin” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Nahîde ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 5 meh bû girtîbû, di girtîgehê de tansiyona wê bilind dibû û nexweşiya wê ya şeker rû da. Nahîde ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji girtîgehê hat berdan.