Xebatên ji bo Newroza Nisêbînê berdewam dikin

  • 14:50 15 Adar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê b dirûşma "Em ê bi ruhê Newerozê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser kevin" xebatên ji bo pîrozbahiya Newrozê ku hatin destpêkirin berdewam dikin.  Li Qoserê di çarçoveya jî belavok hatin belavkirin û gel ji bo pîrozbahiya Newrozê hat vexwendin. 
 
Li Nisêbîna Mêrdînê bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newerozê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser kevin" xebatên ji bo pîrozbahiya Newrozê ku hatin destpêkirin bi lez û bez berdewam dikin.  Neworza ku wê li Nisêbînê piştî bi 2 salan bê pîrozkiri gel xist kelecanê. Di çarçoveya van xebatan de jinên Nisêbînê jî kincên xwe yên neteweyî ji bo Newrozê amade dikin.  Di çarçoveya xebatên Newrozê de li Qosera Mêrdînê jî Rêvbirên HDP -DBP'ê yên navçeyê, parlamenterên HDP'ê  Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalan, endama PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut, û gelek kes li Qoserê hatin gel hev û ji bo Newroza ku ê di 21'ê Adarê de li Nisêbînê bê pîrozkirin belavok belav kirin û gel vexwendin pîrozbahiyê.
 
Gel eleqeyeke mezin nîşanî belavokên ku li Qda Azadiyê hatin belavkirin dan û gotin ku ew ê di 21'ê Adarê de bi hemû hêza xwe li Nisêbînê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.