Çalakiyên Kurdên Elmanyayê yên ji bo Efrînê heta derengiya şevê dewam kir
- 14:23 15 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Munchen, Frankfurt û Salzgitterê yên Elmanyayê bi şev û roj çalakî tên lidarxistin.
Li bajarên Munchen, Frankfurt û Salzgitterê yên Elmanyayê bi şev û roj çalakî tên lidarxistin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe yên Elman duh bi şev heta ber destê sibehê li ber avahiya CSU çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Terorîst Erdoğan" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" hatin qîrîn. Kurdistaniyên li bajêr çalakiyên xwe yên ji bo Efrînê didomînin.
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Bi sedan kesên li gara trenê ya Frankfurtê li hev civiyan heta meydana Haupwache meşiyan.
Li bajarê Salzgitter ê Elmanyayê, heyetek ji Meclîsa Jinê ya Berçem Cîlo serdana Sendîkaya IG Metal a Elman kir. Heyetê li ser Efrînê dosyayek radestî rayedarên heyetê kir û ji wan xwest ku piştevaniya di dema Kobanê de kirin ji bo Efrînê jî nîşan bidin. Rayedarên sendîkayê jî gotin, wê ji bo Efrînê bêdeng nemînin û di vê der barê de plan û bernameyeke wan heye.