Gelê Efrînê li dijî bêavbûnê têdikoşin
- 14:11 15 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de ava gel hat birîn. Hemû pêdiviyên gel ji aliyê rêveberiya kantonê tê pêşwazîkirin. Ji do heta niha nanê belaş li gel tê belavkirin.
Gelê Efrînê ji aliyekî li dijî balafirên şer û obusan li ber xwe dide ji aliyê din ve jî li dijî bêavbûnê li ber xwe dide. Ji ber ku Bendava Meydankê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat bombekirin ev nêzî 10 rojî ye ku bajar bê av maye. Hemû pêdiviyên gel ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê tê pêşwazîkirin. Pirsgirêka avê jî ji aliyê rêveberiya kantonê bi vekirina bîran tê hewldan ku bê çareserkirin. Bi tankêran ji gelê Efrînê re av tê belavkirin. Pêdiviya nên a gel jî bi biryara Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê bi 7 firinan tê pêşwazîkirin. Ev 2 rojên dawî nan belaş li gel tê belavkirin.
Xebatkarê firinê da zanîn ku 2 rojên dawî li Efrîna ku bi sed hezaran mirov dijî nan belaş tê belavkirin. Nûnerekî anî ziman ku tenê di firinekê de rojê 55 nan tê çêkirin.