Dê îsal jî di çalakiyên Kela Wanê de agirê Newrozê gur bibe
- 13:55 15 Adar 2018
- Rojane
WAN - Beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 21'ê Adarê de li quntarê Kela Wanê bê kirin HDP'ê bi daxuyaniya ku li avahiya xwe da, gel vewxwand qadên Newrozê.
Beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 21'ê Adarê de li quntarê Kela Wanê bê kirin HDP'ê bi daxuyaniya ku li avahiya xwe da, gel vewxwend qadên Newrozê. Hevserokên HDP'ê ên Bajarê Wanê Yadişen Karabulak, Umit Dede, Hevsrokên DBP'ê ên Bajarê Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Endamên Meclîsa Partiyê (PM) am HDP-DBP'ê , nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), aktivistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gel beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Umit Dede di civînê de axivî û got ku dê Gelê Kurd di vê sedsalê de têkoşîna xwe mezin bike û dê bi hatina biharê hêviyên nû geş bibe.
'Biherikin qada Newrozê'
Her wiha Umit wiha got:"Wekîla Koma Serokatiya HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Parlamenterên Herêmê, Hevserokên HDP'ê yên bajarên Wanê, Hevserokên Bajarê Wanê yên HDP-DBP'ê û Koma Çiya û Koma Grup Munzur dê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Ji bo em Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin em gelê xwe vedixwînin Newroza ku dê 21'ê Adarê roja Çarşemê saet di 10.00 de bê pîrozkirin."
Daxuyanî bi tililî û bi çepikan bi dawî bû.