Kurdên Ewropayê ji bo Efrînê dê dest bi greva birçîbûnê bikin

  • 12:49 15 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Ewropayê ji bo hêzên navnetweyî li dijî êrîşên li ser Efrînê têkevin tevgerê biryara pêknaîna çalakiyên nû girtin. Li gor vê yekê dê li pêş saziyên wekî BM, AP, AB, NATO çalakiyan li dar bixin. 
 
Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Ewropayê di daxuyaniyê de anî ziman ku têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dê li pêş saziyên Neteweyên Yekbûyî (BM), Parlementoya Ewropayê (AP), Yekîtiya Ewropayê (AB) û NATO'ê çalakiyan li dar bixe. 
 
Li gor daxuyaniyê hat gotin ku dê di 19'ê Adarê de li ber avahiya BM'ê çalakiya greva birçîbûnê bê kirin. Dê parlementerên hilbijartî, serokên şaredariyan û gelek rewşenbîr beşdarî çalakiyê bibin. 
 
Her wiha di navbera 19-29'ê Adarê de dê di destpêkê de li Brukselê û li paytextên Ewropayê yên girtîng bi beşdarbûna derdorên cur be cur çalakiyên cuda  bê lidarxistin. 
 
Di daxuyaniya têkildarî êrîşên li ser Efrînê wiha hat gotin:
 
"Wekî tê zanîn ku artêşa dewleta dagirker a tirk bi hevkarên xwe yên wekî DAÎŞ, El Nusra û El Kaideyê bi hemû hêza xwe ev 56 roj in ku êrîşî Efrînê dike. Gelê me, zarokên me, ciwanên me bi awayekî hovane tên qetilkirin û bajarên me, gund û bajarokên me tên hilweşandin. Li dijî vê hilweşandin, qirkirin û komkujiyê gelê me bi lehengiyek mezin li ber xwe didin. Em û dostên Kurdan ji bo piştgiriya Efrînê çalakiyên cur be cur li dar dixin. Çalakiyên ku heta niha me kiriye ji bo piştevaniyê bûne mînakên girîng. Lê ev ne bes e. Ji bo sekinandina artêşa tirk û çeteyên cîhadperest divê em bêtir li Efrînê xwedî derkevin. 
 
Em ê li dijî diktatoriya Erdogan li Efrînê xwedî derkevin. Divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne û bang bike. Em ê bi vîna xwe ya mezin ji bo Efrînê her dem têbikoşin."