'Efrîn berdewamiya Şoreşa Rojava ye'

  • 11:37 15 Adar 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
EYN ÎSA - Hevseroka Perwerde ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Nesrîn Doko derbarê Şoreşa Rojava û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anî ziman ku serîhildana Efrînê berdewamiya pêkhatina Şoreşa Rojava ye. Çawa Gelê Kurd bi şoreşê deng li cîhanê vedan, dê bi berxwedana Efrînê jî şoreşa duyem pêk were. 
 
Hevseroka Perwerde ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Nesrîn Doko derbarê Şoreşa Rojava û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anî ziman ku serîhildana Efrînê berdewamiya pêkhatina Şoreşa Rojava ye. Em ê bi berxwedana Efrînê pêngava şoreşên nû ava bikin. 
 
Nesrînê diyar kir ku Berxwedana Efrînê şoreşa bihara gelan e û wiha dewam kir:"Gelê Kurd bi pêkanîna Şoreşa Rojava li Sûriyeyê desthilatdarî û nîjadperestî ji holê rakir û pêşî li demokrasiyê vekir. Niha dewleta tirk û hevkarên wê bi êrîşên li ser Efrînê pergala demokratîk hedef digire.Gelê Kurd jî ji bo teslîmî vê destildatdariyê nebe berxwe dide."
 
'Hêzên navneteweyî tenê berjewendiyên xwe difikirin'
 
Nesrînê da zanîn ku hêzên navneteweyî tenê berjewendiyên xwe difikirin û wiha domand:"Ji ber ku hêzên navneteweyî tenê berjewendiya xwe difikirin, îro li Sûriyeyê şerekî mezin heye tevî vê yekê qirkirin, talankirin û nîjadperestî pêk tê. Gelê Kurd bingeha îradeya xwe ya bi hêz ji Şoreşa Rojava girtiye û li ser vê bingehê li Efrînê têdikoşe."
 
'Cîhan tenê temaşe dike'
 
Nesrînê da zanîn ku cîhan tenê li şer temaşe dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Efrîn îro li dijî desthilatdarî û nîjadperestiyê li berxwe dide. Gelê Efrînê bi hemû çekên giran ên dewleta tirk tên qetilkirin û cîhan jî tenê temaşe dike. Divê cîhan li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne û li kuştina zarokan temaşe neke. Serkeftin dê ya gelê Efrînê be."